DÎLOK - Cenazeyên Muslum Kasar ê ku aqilê wî ne li serê wî bû û di êrîşa li dijî Midûryeta Polîsan a Dîlokê de hat kuştin ji aliyê malbatê ve hat girtin.
Welatiyê bi navê Muslum Kasar ê ku di êrîşa li dijî Midûryeta Polîsan a Dîlokê de hat kuştin, hat zanîn ku ji malbatek koçber a Sêrtê ye û rapora “ji sedî 50 aqilê wî ne li serê wî ye” ji aliyê nexweşxaneyê ve jê re hatiye dayîn. Piştî bûyera ku polîsek birîndar bû û Kasar jiyana xwe ji dest da gotibûn “êrîşa terorîstiye” û li derdora midûryetê xebat hatibûn destpêkirin.
Rojnameger Berîtan Îlan û Omer Omer ê ku biyanî ye û welatiyê bi navê Denîz ên ku di heman saetan de li cihê bûyerê nûçe dişopandin hatibûn binçavkirin. Polîsên di heman demê de bi ser mala Kasar a li taxa Şîrînevler a Şehîtkamîl de girtin û ji malbata Kasar, 6 kesên ku di nava wan de Ayşe Kasar, Sariye Kasar, Zeynep Kasar jî hene hatibûn binçavkirin.
Di saetên direngiya şevê de Îrlan, Omer û Denîz hatin berdan û 6 ferdên malbatê li TEM’ê hatin girtin.
Di vê navberê de cenazeyê Kasar ê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ji aliyê bavê wî Musa Kasar ve hat teşhîskirin. Ne hat zanîn ku malbata Kasar hatine berdan an na, hat zanîn ku dê cenazeyê Kasar ê ku aqilê wî ne li serê wî ye dê di nava rojê de li Goristana Asrî ya Yeşîlkenta Dîlokê bê veşartin.