WAN - Piştî êrîşa li Qeyseriyê pêk hat û TAK'ê diyar kir ku endamê wan Kasim Yildirimçakar pêk anîye, 22 roj berê polîsan bi ser malbata wan a li Qelqeliya Wanê de girt û dayik û bavê wî binçavkirin. Dayik û bavê Yildirimçakar 22 rojin hêj di bin çavan de ne.
Li Qeyseriyê di 17'ê Kanûnêde li dijî otobusa leşkeran êrîş pêk hatibû. Di êrîşê de 14 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn û 56 leşker birîndar bûbûn. Piştî bûyerê TAK'ê çalakî li xwe girt û diyar kir ku endamê wan Kasim Yildirimçakar ê ji navçeya Qelqeliya Wanê pêk anîye. Piştî bûyerê 22 roj berê polîsan bi ser malbata dayik û bavê wî de girtin. Polîsan dayika wî Hurriyet (46) û bavê wîe Îsmail Hakki Yildirımçakar (49) binçavkirin. Dayik û bav 22 rojin di bin çavan de tên girtin. Hat zanîn ku dayik û bav piştî hat binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Qeyseriyê û li Şata TEM'êya Qeyseriyê tê girtin.