STENBOL - Malbata Endamê Hêzên Azadiya Hevpar a Rojava Mûzaffer Kandemîr (Dogan Kirefe) ê li Reqqa jiyana xwe ji dest da, ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn. Xalê Kandemir Rafet Kandemîr, diyar kir ku berî xwarziyê wî jiyana xwe ji dest bide xwest em cenazeyê wî li ser axa wî defin bikin.
Di 7'ê Çile de Fermandariya Hêzên Azadiya Hevpar a Rojava, ragihand ku şervanê wan ê bi navê Mûzaffer Kandemîr (Dogan Kirefe) di pêngava rizgar kirina Reqqayê de jiyana xwe ji dest ye. Fermandariya Hêzên Azadiya Hevpar a Rojava ku li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku li herêma Tabûra Azadiya Enternasyonalîst ku li dijî DAIŞ’ê şerên dijwar qewimî de, Muzaffer Kandemîr (Dogan Kirefe) jiyana xwe ji dest daye. Li herêma ku Dogan gihîşte şehadetê ji aliyê şervanên Tabûra Azadiya Enternasyonalîst ve ji çeteyan hate paqijkirin.”
Cenazeye endamê BOG'ê Muzaffer Kandemîr, hêj li ser sînor tê rawestandin û nadin malbatê. Malbata Kandemîr, bi armanca cenazeyê kurê xwe bigirin û li ser awa wî defin bikin li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Şoreşger, Partizan, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalist (SGDF), malbata Muzaffer Kandemîr û gelek saziyên demokratîk amade bûn. Li salonê pankarta “Zarokê asî yê Deryaya Reş ê enternasyonalist û şoreşger Muzaffer Kandemir divê li axa xwe bê definkirin" vekirin.
‘LI DIJÎ NÎJADPERESTIYÊ BÛ BERSÎVA HEBÛNÊ'
Serokê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu, anî ziman ku neferê çîna karker ê Tirkiyeyê Muzaffer Kandemir têkoşîna sosyalîst meşand û li dijî DAIŞ'ê şer kir. Gollu, anî ziman ku ew li hemû enternasyonalistan xwedî derdikevin û wiha got: "Hevrê Muzaffer ciwanê Deryaya Reş bû. Li dijî dijminantiya kurd û nijadperestiyê bu bersîv. Çawa cenazeyên El Nusra û DAIŞ'ê di sînor re derbas dikin divê cenazeyê wî jî teslîmî me bikin.
Xalê Muzaffer Kandemir Rafet Kandemir, ji anî ziman ku xwarziyê wî berî jiyana xwe ji dest bide. gotiye "Dema min jiyana xwe ji dest da cenazeyê min li ser axa ku lê ji dayik bûme defin bikin. Ji min xwestiye ku ez li dayika wî û birayê wî binerim û li axa wî defin bikin.
Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî anî ziman ku ji ber Muzzafer jiyana xwe ji dest daye tev pir xemgîn in û wiha got: "Rejîma Tirkiye destûr nade ku em cenazeyên xwe jî defin bikin. Em dê çenazeyê wî bigirin û li axa wî defin bikin. Pişti axaftinan Endama MYK'ê ya Partiya Şoreşger Benazir Coşkun, daxuyanî xwend û anî ziman ku Muzzafer li Sînopê mezin bû û jiyana wî bi karkeriya înşatê derbas bû û wiha got: "Em dixwazin daxwaza wî pêk bînin û wî liser axa wî defin bikin.