ÊLIH - Derbarê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de Hevserokê HDP’a Êlihê Îkram Îrgî daxuyaniyek da û diyar kir ku azadiya Ocalan dikare Rojhilata Navîn ji tarîtiyê rizgar bike.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê derbarê agahî negirtina ji rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li avahiya partiyê civînek çapemeniyê li darxistin. Di civîna ku rêvebirên partî û welatî tevlî bûn de Hevserokê HDP’a Bajar Îkram Îrgî axivî. Îrgî, bertek nîşanî bi OHAL’ê zextên ku gihiştine astan herî jor da û wiha got: “Polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên ku ji bo topyekûm îmhaya kurdan dane destpêkirin gihiştine asta herî jor. Mixabin gelek kesan bi can û malê xwe berdêla vê da.”
‘BERDANA OCALAN JI TARÎTIYÊ DERKETINE’
Îrgî, da zanîn ku bi şerê ku biryara wê 5’ê Nîsana 2015’an de hat dayîn re îzolasyona li ser Ocalan destpê kirin û wiha axivî: “Tecrîda li ser Ocalan fîzîkî ye û hizrên wî nikarin di nava çar dîwan de heps bikin. Berdana Ocalan tê wateya dê Rojhilata Navîn ji tarîtiyê rizgar bibe. Hêza kesekê têrê nake ku gelê kurd û Ocalan teslîm bigire.”