Li Cizîrê 28 kes hatin binçavkirin

ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtinên malan de 28 welatî hatin binçavkirin.

Li taxên Konak, Yafes, Nûr, Cûdî û Sûrê yên navçeya Cizîr a Şirnexê di serdegirtinên malan yên serê sibê de 28 welatî hatin binçavkirin. Hat îdeakirin ku gelek kesên hatine binçavkirin ji aliyê polîsan hatine derbkirin. Li gor daxuyaniya Walîtiya Şirnexê welatiyên hatine binçavkirin bi hinceta, "têkiliya wan bi rêxistinê re heye" hatine binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê tên ragirtin.