NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Raghandina Azad encamnameya 3'yemîm kongreya xwe diyarî giyanê şehîd û Endamê Yekîtiyê Mustefa Mihemed û hemû şehîdên çapemeniyê kir.
Yekîtiya Raghandina Azad di 7'ê mehê de 3'yemînm kongreya xwe bi beşdariya 168 delegeyan di bin dirûşmeya'Şopdariya rastiyê bingeha raghandina azad e” li dar xist. Yekîtiyê encamnameya kongreya xwe bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Endamên YRA'ê di kongreyê de rastiya raghandinê û rêbazên pêşxistina xebatn raghandinê li gorî pêvajoya niha û peydakirina zemînekî guncew ji bo xebata rojnamvevanan li Rojava û Sûriyê, nîqaş kirin. Paşê rapora salane ji aliyê Komîteya amadekar ve hat xwendin û çalakiyên ku Yekîtî pê rabûye têde hatine nivîsandin.qam-daxwuyaniya-bidawikirina-konfiransa-yra-%e2%80%ab1%e2%80%ac-%e2%80%ab%e2%80%ac-large
Di kongreyê de rêziknameya Yekîtiyê li gorî rastiya xebatên çapemeniyê li herêmê hat guhartin. Di rêziknameyê de xalên balkêş ku derktin pêş derxitina zagonan girêdayî raghandinê û bi saziyan peywendîdar re têkevin nava têkiliyan. Her wiha di xebatên Yekîtiyê û hemû Komîteyên wê de pêwîst e rêjeya herdû zayendan wek hev be.
Piştî pêşniyarên ku hatin kirin, kongreyê hin biryarên girîng girtin. Ji wan biryaran vekirina navendên Yekîtiyê li herêmên Bakurê Sûriyê û amadekirina raporeke salane derbarê rastiya xebatên çapemeniyê û zêdegaviyên li dijî rojnamevanên ku li Rojava û Sûriyê dixebitin.
Delegeyan dane zanîn ku YRA rêxistineke sivîl e, pîşeyî ye û rewabûna xwe ji armancên Yekîtiyê digire. Her wiha diyar kirin ku azadiya jinê bingeha raghandina azad e.
DI dawiya kongreyê de careke din Şehnaz Osman û Ekrem Berekat wekî Hevserokên Yekîtiyê û Meclîsa Giştî ya YRA ku ji 22 Endaman pêk tê hatin hilbijartin (Di nava Meclîsê de 12 ji Cizîrê, 5 Kobanê û 5 Efrînê cih digirin).
Piştî ku kongreyê yekem a Yekîtiyê hat lidarxistin, civîn bi amadebûna piraniya Endamên Meclîsê hat lidarxistin û tê de 8 Endam (tevî Hevserokên Yekîtiyê) wekî Desteya Rêveber hatin hilbijartin. Ev Deste xebatên Yekîtiyê û Komîteyên wê birêve dibe.
Di dawiyê de kongre diyarî giyanê Endamê Yekîtiyê şehîd Mustefa Mihemed ku di oxira raghandina rastiyê jiyana xwe da hat kirin.¨