‘Doza KCK'ê bi armanca kurdan ji siyasetê dûr bixin amade kirine'

AMED - Endama Meclîsa DBP'ê Çîmen Işik di doza Sereke ya KCK'ê de parastin kir û diyar kir ku armanca van dozan kurdan ji siyasetê men bikin û komploya li dijî kurdan e. Işik, diyar kir ku ji ber îdîaname ji aliyê dozgerên FETO'yan ve hatiye amadekirin dê îdîayan nepersivîne û nabe şirîkê komployê.

66'emîn rûniştina doza 156 siyasetmedarên kurd a Doza Sereke ya KCK'ê ku di sala 2009'an de dest pê kir û di navde Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatip Dicle, Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP'e Kamuran Yuksek û hevşaredarê girtî Firat Anli û Ahmet Turk jî hene li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Endamê Meclîsa DBP'ê yê berê Turan Genç, Pero Dundar, Çimen Işik, Olcay Kanlibaş, Hevserokê DBP'ê yê berê Alî Şimşek, Rêveberê DBP'ê yê Amedê Celal Yoldaş ku girtî tên darizandin û hin siyasetmedarên serbest tên darizandin amade bûn. Li gel siyasetmedaran parêzerên siyasetmedaran jî li salonê amade bûn. Di rûniştinê de Hevşaredarê Amedê Firat Anli û Hevşaredarê Qoserê yê berê Ferhan Turk û gelek siyasetmedarên girtî jî li girtîgehên cuda bi riya SEGBİSê amade bûn. Hevşaredare Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji ber li girtîgehê rakiribûn nexweşxaneyê beşdarî rûniştina dozê nebû. Endam û rêvberên DBP û HDP'ê jî di navde gelek malbatan şopand.


FIRAT ANLI BI KURDÎ PARASTIN KIR

Di rûniştina cotmehê ku Hevşaredara Amedê Gultan Kışanak û Hevserokên DBP'ê Sebahat Tuncel dihatin darizandin de biryara yekbûna dosyayê hatibû girtin. Rûniştina dozê bi xwendina nasnameyan dest pê kir. Ewil Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli yê li Girtîgeha Tîpa F a Kandira girtî ye bi riya SEGBİS'ê îfade da. Anli, bi kurdî parastin kir û wiha got: "Ji bo darizandinek hiqûqî û edlî pêk bê ez dixwazim di hizûra dadger de parastinê bikim. Ji ber vê yekê ez dixwazim ne bi riya SEGBÎS'ê rû bi rû beşdarî rûniştina dozê bibim. Heyeta dadgehê jî bi hinceta biryara KHK'ê heye nikare daxwaza wî pêk bîne û daxwaza wî ya SEGBİS'ê red kir. Heyeta dadgehê diyar kir ku Anli bi vî rengî îfade nede dê wekî îfade dabe qebûl bikin û xwest bi riya SEGBÎS'ê îfade bide.

Hevşaredarê Qoserê yê berê Ferhan Turk jî bi riya SEGBİS'ê beşdarî rûniştinê bû û wiha got: "Li gel doza me li Amedê ye em li vir bi riya SEGBÎS'ê beşdar dibin. Ev ne li gorî hiqûqê ye. Parêzeran jî xwest siyasetmedarên amade îfade bidin. Liser vêyekê heyetê ewil îfadeya siyasetmedarên amade girt.

JINA KURD TÊ DARIZANDIN

Endama Meclisa DBP'ê ya Berê ya girtî Çimen Işik ku bi idîya "Endamtiya rêxistinê" tê darizandin ji bi kurdî parastin kir. Çîmen Işik di doza Sereke ya KCK'ê de parastin kir û diyar kir ku armanca van dozan kurdan ji siyasetê men bikin û komploya li dijî kurdan e. Işik, diyar kir ku ji ber îdîaname ji aliyê dozgerên FETO'yan ve hatiye amadekirin dê îdîayan nepersivîne û nabe şirîkê komployê û wiha got: "Nêzî 8 salin em ji vê dozê tên darizandin. Em ji ber xebatên xwe yen siyasî û demokratîk tên darizandin. Ev xebaten me wekî cudakariyê tên dîtin. Di vê dozê de jina kurd ten darizandin. Mafê gelekî nayê naskirin. Ziman, çand û nasnameya gelekî tê qedexekirin. Di 3 hezar rûpelê vê îdîanameyê de qala min tê kirin, lê behsa jina kurd nayê kirin. Ev dozek siyasî ye. Ev di îdîanameya FETO ku gihiştin destê dadgehê de heye. Li vir kes nayê darizandin. Di şexsê kesan de nasnameya kurdan û siyaseta kurd tê darizandin. Em hêvî dikin ku biryarek hiqûqî derkeve holê. Hemû mirov jiyanek bi rûmet heq dikin. Rexne, cuda û aşkerekirina fikran wekî terorizmê tê nişandan. Ger ku îro nasnameya xwe ya kurd inkar kiribûya dê weşan nehatiya kirin."

PEYV MEQES KIRINE

Prz. Feride Laçin, jî parastin kir û anî ziman ku di axaftinên telefonan de peyv bi cimbizê neqandine û wekî sûc nîşan dane. Laçîn anî ziman ku xebatên meclîsa DBP'ê û KCD'ê xebatên siyasî û hiqûqî ne. Dûniştina dozê piştî navbera nîvro bi parastinan berdewam kir.