Welatiyên Amûdê dîwarên şermê şermezar kirin

AMÛDE- Şêniyên Amûdê avakirina dîwarê şermê ji aliyê hikûmetê ve hat avakirin şermezar kirin û nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Li salona Kerem a Amûdê civînek bi beşdariya Hevserokên Meclîsa Gel a bajarê Amûdê Selman Şêxî û Fatma Slêman, Endamên Sazî û Rêxistinên sivîl, siyasî û leşkerî û bi sedan şêniyên herêma Amûdê, hat lidarxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê Hevserokê Meclîsa Gel a bajarê Amûdê Selman Şêxî axivî û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destdirêjiya dewleta Tirk a li ser herêmê şermezar kir û wiha axivî: ¨Em avakirina dîwarê şermê ji aliyê dewleta Tirk ve qebûl nakin. Çawa Rêber APO di girtîgeha Îmraliyê de li ber xwe dide, em ê li ber xwe bidin.

Şêxî di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku deskeftiyên Rojava yên leşkerî, siyasî û civakî bi saya keda Rêber Gelê Kurd hatin bidestxistin. Ji bo lidarxistina Kongreya Netewî jî Şêxî ev tişt got:"Lidarxistina Kongreya Netewî ji bo gelê Kurd mîna nan û avê girînge. Ji ber vê yekê em bang li hemû aliyên siyasî yên Kurd dikin ku ev kongre were lidarxistin.¨

Di dawiya civînê de Hevserokê Meclîsa Gel a bajarê Amûdê Selman Şêxî daxuyanî da. Şêxî got ku piştî deskeftiyên YPJ/YPG/QSD'ê, dewleta Tirkiyeyê dest dirêjiya axa Rojava-Bakurê Sûriyeyê kir. Armanca Tirkiyê ji vê yekê ew e ku îradeya gelê herêmê têk bibe.¨ Şêxî di berdewama daxuyaniyê de got ku dewleta Tirk hemû rêbazên hovane li hember gelê Sûriyeyê dide bikaranîn. Her roj li Babê komkujiyan pêk tîne. Li Rojava jî dîwarê şermê ava dike û li ser sînor sivîlan dikje.

Şêxî herî dawi wiha got: ¨Em wek şêniyên bajarê Amûdê polîtîkayên ku dewleta Tirk li hember gelê Kurd dide meşandin û avakirina dîwarê şermê şermezar dikin.