NAVENDA NÛÇEYAN- 2 kesên endamên Halkevleriyê yên belavokên 'Ji Serokatiyê Re Na" belav kirin hatin binçavkirin. Her wiha li Dersimê jî du belavkarên Rojnameya Yuruyuşê hatin binçavkirin. Li Semsûrê jî, Hevserokê DBP'a Kolikê jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.
Li Tuzluçayira Enqereyê, endamên Halevleriyê Naci Bayraktar û Taylan Înce yên belavoka bi sernavê "Ev Welat Yê Me Ye, Ji Serokatiyê Re Na" belav kirin hatin binçavkirin. Endamên Halkevleriyê yê -n hatin binçavkirin, birin Qereqola Polîsan a Tuzluçayirê.
LI DERSIMÊ 2 BELAVKARÊN ROJNAMEYA YURUYUŞÊ HATIN BINÇAVKIRIN
Li Taxa Gaziyê ya Dersimê, 2 belavkarên Rojnameya Yuruyuşê yên rojname belav dikirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Du kesên navên wan nehatin zanîn, hat zanîn ku ew li wesayîta zirxî siwar kirin û birin Muduriyeta Polîsan a Bajêr.
HEVSEROKÊ DBP'A KOLIKÊ HAT BINÇAVKIRIN
Li navenda Semsûr, navçeyên wê Çîlikan û Kolikê di serdegirtina malan a cendirmeyan de 5 kes hatin binçavkirin. Hevserokê DBP'a Kolikê Abuzer Yar jî di nav de H.K., H.G., K.K., Ş.Y. yên bi îdiaya di parvekirinên xwe yî civaka medyayî de "Propagandaya rêxistinê" kirine û hatin binçavkirin, li Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr tên ragirtin.