Bozdag: Ji rojnamegeriyê tu kesên girtî tune ne

ENQERE – Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, pirsa ku têkildarî rojnamegerên girtî jê hat kirin wiha bersivand: "Ji ber rojnamgerî kiriye, tu kesê/a girtî tune ye."

Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, di beşa pirs-bersivan a têkildarî madeya çaremîn a guherandina Qanûna Bingehîn de, pirsa ku CHP'iyan têkildarî rojnamgerên girtî arasteyî wî kir de wiha bersivand: "Tu kesê ji rojnamegeriyê girtî tune ye."

Bozdag, pirsê wiha bersivand:

“Em vê her tim bi awayekî zelal îfade dikin; Li girtîgehên Tirkiyeyê tenê ji ber karên xwe yên rojanmegeriyê tu kesê/a girtî tune ye. Yên pîşeya wan rojnamegerî ye hene. Mesela heke kesekî/e -pîşeya wî/ê rojnamegerî ye- em bêjin ji ber tiryakê li ser sûc hatiye zevt kirin, dê neyê darizandin? Binihêrin rojnamgerên ji ber kuştina mirovan di girtîgehê de hene, lê kes behsa wan nake. Ev jî tê wateya ku nêzîkatî şaş e. Ji ber vê tu kesê/a ji ber rojnamgeriyê girtî tune ye. Der barê wan de îstînada sûcî heye. Dozgerên lêpirsîna vana dikin hene. Dadwerî, dadgehên têkildarî vana biryarê didin hene."