Ji parêzeran der barê binçavkirina rojnamegeran de: Veguherî înfazê

STENBOL - Dosyeya 6 rojnamegerên ku 19 roj e di bin çavan de ne, hîn jî parêzer xwe nagihîninê û têkildarî vê parêzeran got, binçavkirina wan derhuqûqî ye. Parêzeran got, biryara 30 roj binçavkirinê ji bo afirandina delîlên ku tune ne û anîn ziman ku, binçavkirin vegiheriye înfazê.

Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Stenbol e, di 25'ê Kanûna 2016'an de rojnamger Omer Çelik, Metin Yoksu, Derya Okatan, mahir Kanaat û Eray Saygin, 19 roj in di bin çavan de tên ragirtin. Rojnamgerên bi îdiaya "Endamên rêxistinê" hatin binçavkirin, nayê zanîn ku bi çi tên tawanbarkirin. Her wiha têkildarî rojnamgeran, heta niha tu delîl jî teblîxî parêzeran nehatiye kirin.

Ji rojnamgerên hatine binçavkirin Derya Okatan, ketibû gireva birçîbûnê û hîn jî girev didome. Hat diyarkirin ku, vîtamîna B1'ê didin Okatan û her diçe zihîf dibe.

Parêzer Ozcan Kiliç, binçavkirina rojnamgeran wek "binçavkirineke tewşomewşo" şîrove kir û anî ziman ku, biryara binçavkirinê, biryareke derhuqûqî ye. Kiliç biryara binçavkirina 30 rojan jî wiha nirxand: "Dixwazin delîlên di dest wan de tune ne biafirînin."

Ji parêzeran Bulenç Çoban jî dest nîşan kir ku, têkildarî naveroka dosyeyê de ew tu tiştî nizanin û wiha got: "Demên binçavkirinê yên wek 5-10 rojan dihatin dirêjkirin, li vir rasterast wek 30 rojî hat dirêjkirin. Me hîn jî fêm nekiriye qesda wan ji vê çî ye." Çoban anî ziman ku, divê demildest dawî li vê biryarê bê.

Parêzer Sezin Uçar jî anî ziman ku, moralê rojnamegeran baş e û balê kişand ser şert û mercên netenduristiyane yên rojnamegeran. Uçar anî ziman ku, hucreyên rojnameger lê dimîn zaf qelebalix in û got, mercên netenduristiyane her diçe xerabtir dibin.

Uçar dest nîşan kir ku, 19 roj e rojnameger di bin çavan de tên ragirtin û ev veguheriye înfazê û anî ziman ku, roja ku dê wan sewqî dozgeriyê bikin jî nediyar e. Uçar got, binçavkirina demdirêj jî vediguhere îşkenceyê.

Uçar anî ziman ku, bi demdirêjkirina binçavkirina rojnamgeran dixwazin peyamekê bidin raya giştî û wiha got: "Dixwazin bibêjin, 'binihêrin em demek dirêj rojnamegeran jî di bin çavan de radigirin.'"

Uçar anî ziman ku, rojnameger Okatan 19 roj e di gireva birçîbûnê de ye, di bin venêrîna bijîşkan de tenê vîtamîna B1'ê werdigire û got, her diçe kîloyên wî kêm dibin. Uçar got, newqa Okatan diêşê, bi şewbê ketiye û testên wî yên troîtê hatine kirin.