COLEMÊRG - Li Colemêrgê, Qehweya Kizwanan a bi sedan sal e wek nîşaneya qîmetdayînê berpêşî mêvanan tê kirin ji ber vê wek Qehweya Egîdan tê binavkirin, di zivistanê de ji her cure vexurbaiyê zêdetir tê vexwarin.
Qehweya ku li Colemêrgê ji darên kizwanan tê çêkirin, di zivistanan de vexwarina sereke ya gelê herêmê ye. Qehweya Kizwanan, li herêmê ji ber fêdeyên wê û ji ber wek nîşaneya qîmetdayînê tê zanîn, bi navê "Qehweya Egîdan" tê binavkirin. Bi taybetî zivistanan daxwaza ji bo Qehweya Kizwanan zêde ye û ji ber vê daxwaza zêde jî, welatiyên li gundan dijîn, di payîzê de bittimê berhev dikin û bi vî awayî difiroşin bêhnfiroşan.
ÇAVKANIYA DEBARÊ BITTIM E
Musa Şahin ê li gund bittimê berhev dike û difiroşe bêhnfiroşan wiha got: "Li herêma me darê kizwanan zêde şîn tên, payîzan em bittimên wan berhev dikin, difiroşin bêhnfiroşan û pê debara xwe dikin. Li gundên me payîzan karekî zêde em bikin tune ye û em bi vî awayî debara xwe dikin."
DEMA HEWA SAR BÛ DAXWAZA ZÊDE BÛ
Bêhnfiroş Hayrettin Karaman jî got, piştî hewa sar bûn herî zêde qehweya kizwanan tê firotin. Karaman diyar kir ku, carinan li gundê wan nêzî 4-5 tona bittim tê berhevkirin û ew wan stok dike û got, ew van bittiman hinekî jê dineqîne û paşê diqelîne û hinekî jê jî bêyî biqelîne li makîneyê dixe û wek qehweya kizwanan pakêt dike.
HEM QEHWEYA WÊ HEM JÎ BENÎŞTÊ WÊ'
Karaman anî ziman ku, li gel qehweya wê benîştê kizwanan jî, dema mirov sibehan tevlî hungiv dike û beriya taştê dixwe fêdeya wê zêde ye û got, ew qehweyî îxracî gelek welatên Ewropayê, Rûsya û Iraqê jî dike. Karaman wiha axivî: "Di payîzê de em ji aliyê bêşebab, Çelê û Şemzînanê bittimê dikirin. Em stok dikin û difiroşin gelek welatan jî. Di warê tenduristiyê de gelek fêdeyên qehweya kizwanan heye û her wiha di zivistanê de ji bo sermayê jî ji dêvla dermanan mirv wê bi kar tîne. Li herêma me hem qehweya wê hem jî benîştê wê bi salan tê bikaranîn."