Serokê Êzidî Gunay: Civaka Êzidî Şengaleke bêyî PKK'ê naxwaze

ENQERE - Serokê Federasyina Êzidiyên Almanyayê Zerdeşt Gunay anî ziman ku, dê civaka Êzidiyan Şengaleke bêyî PKK'ê qebûl neke û got, divê siyaseta Başûr xwe ji bin sîwana Tirkiyeyê derxîne.

Di demên dawî de, ji aliyê rayedarên PDK'ê ve daxuyaniyên ku bila PKK'ê ji Şengalê derkeve tên dayîn û herî dawî Nêçirvan Barzanî gefa "Em ê hêzê bi kar bînin" xwaribû. Pişt re Buroya Dîplomasiyê ya KCK'ê daxuyandibû ku, tu biryareke PKK'ê ya bi vî rengî tune ye.

Têkildarî mijarê Serokê Federasyona Êzidiyên Almanyayê Zerdeşt Gunay ji dîhaberê re axivî û li dijî daxwazên PDK'ê bertek nîşan da.

‘KESÊN ÊZIDÎ TERKÎ QETLÎAMÊ KIRIN, MAFÊN WAN Î AXAFTINÊ TUNE YE'

Gunay anî ziman ku, daxwaza PDK'ê ya 'Bila PKK ji Şengalê derkeve' daxwazeke komîk e û got, di dema êrîşên DAIŞ'ê de, li gel bi hezaran hêza Peşmeregyan hebû jî, gel terkî mirinê kirin. Gunay wiha domand: "Dema DAIŞ'ê êrîş kir, bi hezaran Peşmerge li wir bûn û reviyan. Li hemberî wê rêxistina barbar, civaka me ya Êzîdî bêyî parastin hiştin. Ewqas mirovên me hatin qetilkirin, jinên me li bazarên koleyan hatin firotin. Dîsa bi deh hezaran mirovên me yên ji ber zilma DAIŞ'ê reviyan tî û birçî man. Ji wan bi dehan jê di rê de jiyana xwe ji dest dan. Di mijara Şengalê de, kesên ev kirin tu mafekî wan ê axaftinê tune ye."

‘ÊZÎD PKK'Ê WEK RIZGARKEREKÎ JI XWE RE DIBÎNIN'

Gunay anî ziman ku, civaka Êzidiyan PKK'ê ji xwe re wek rizgarkerekî dibîne û got civaka Êzidî wiha radigihîne: "Heke PKK ji Şengalê derkeve, dê mafê me yê jiyanê neyê hesibandin." Gunay fikrên civaka Êzidî wiha vegot: "Niha gel dibêje, 'Heke gel ji vir derkeve, em ê nikaribin bijîn.' Dibêjin, 'Bi hezaran Pêşmerge hebûn li Şengalê. Gelo madem xwedî ewqas hêz û çekan e, çima dev ji me berdan. Hikûmetek me hebû, me digot em pê bawer in, dê Pêşmerge me me biparêze, xelas bike, lê mixabin rizgarnekir.'"

‘PDK NAXWAZE ÊZIDÎ BIBIN XWEDÎ HÊZ'

Gunay anî ziman ku, PKK hêza parastina gelê kurd e û got, YBŞ jî ji keç û xortên ciwan ên civaka Êzidî pêk tê. Gunay anî ziman ku, wek mîna dema li dijî herêmên wek Silêmaniye û Kerkukê tiştek biqewime, YPŞ ji bo parastina wan van herêman jî amade ye û got, divê kurdên rasteqîn ji ber vê hêzê kêfxweş bin. Gunay wiha pirsî: "Çima naxwazin? Ditirsin ku Êzidî bibin xwedî hêzek. PDK, naxwaze Êzidî bibin xwedî hêz."

‘HER KES DIBÎNE KU BÊ PDK XIZMETA KÊ DIKE'

Gunay anî ziman ku, ew jî ji zû de dixwazin Kongreya Netewî pêk bê û anî ziman ku, ji ber polîtîkayên PDK'ê Kongreya Netewî rastî zor û zehmetiyan tê. Gunay wiha dest nîşan kir:

“Nêzîkatiyên arasteyî PKK û YBŞ'ê li dijî siyaseta yekîtiya netewî ye. Divê kêfa her kesî ji vê re bê. Mînak, mesela dixwazim li Bakurê Kurdistanê ji bilî PKK'ê hêzeke leşkerî hebe. Ji bo parastina Kurdistanê, pêdivî tim bi hêzên kurd heye. Tenê, bila bi awayekî samîmî gelê kurd biparêzin. Em jî, ji zûv de daxwaza Kongreya Netewî dikin. Lê belê, heta niha ne kongre ne jî yekîtî pêk hatiye. Bi rastî jî, ev siyaset xesarê didem hemû gelê kurd. Helbet gelê me yê Başûr jî vê îtilafê naxwazin. Herî dawî bi sedan mirov çûn Qendîlê. Gotin, 'Em van nêzîkatiyan naxwazin, ev nêzîkatî ji bo gelê kurd û Kurdistanê ne rast in.' Bi rastî jî, mixabin xesarê didin. Her kes dizane, bê PDK xizmeta kê dike, ji bo çi hewl dide, vê ji bo hesabê kê dike."

‘DIJDERNKETINA DAGIRKERAN, TÊ WATEYA PIŞTEVANIYA WAN'

Gunay balê kişand ser serdana Serokwezîrê Tirk Binali Yildirim a Iraq û Kurdistana Başûr û got, Tirkiye li dijî yekîtiya siyasî ya kurd polîtîkayên astengkirinê dimeşîne, Yildirim li dilê Kurdistanê heqaretê hêzên kurd kiriye, lê belê Barzanî li dijî vê deng dernexistiye. Gunay wiha domand: "Tirkiye ji bo astengkirina Yekîtiya Kurd tevgera Barzanî bi kar tîne. Mirovek tê li mala te, li welatê de heqaretî civaka te dike, lê bi awayekî aşkere heqaretê dike, lê belê Barzanî li dijî vê deng dernaxe. Serokwezîrê tirk heqaretî hêzên kurd ike, lê pêşengekî dibêje ez ê Kurdistanê ava bikim li hemberî vê xwe li bêdengiyê datîne. Ev tê wateya ku Barzanî piştevaniya polîtîkayên îmhakirinê ya Tirkiyeyê dike. Dil dixwast em peyvên xweştir bibînin, lê ka em çi bikin rastî ev e. Dijderneketina dagirkeran, tê wateya piştevaniya polîtîkayên wan."

‘JI BO KONGREYA NETEWÎ EM ZÊDE BIHEYCAN IN'

Gunay herî dawî wiha got: "Bi rastî jîd ivê mirov baweriya xwe bi tevgereke wisa bîne. Ji xwe li Rojhilata Navîn gelek gel baweriya xwe bi PKK'ê tînin. Tenê hêzek bawer nake, mixabin ew jî siyaseta Başûr e. Ev jî em xemgîn dikin. Banga me li wan ew e ku, divê demildest dev ji bikaranîna zimanê dagirkeran berdin û bi welatparêziyeke rasteqîne Kurdistanê biparêzin. Çimkî heke yekîtî pêk neyê, dê bêtir xwîn birijê. Divê vê enerjiya gelê kurd li valahiyê neyê derxistin. Li welatê em lê ne, em rêxistinbûyîna Kongreya Netewî dikin û ji bo wê heycaneke me ya zêde heye. Ez her kesî vedixwînim yekîtiya mezin."

Selami Aslan - dîhaber