ENQERE - Koordînatorê Yekeya Enerjiyê ya Odeya Endezyarên Elektrîkê (EMO) Olgun Sakarya got, qutbûyîna elektrîkê ji ber kêmbûyîna gaza xwezayî ye û balê kişand ser polîtîkayên kara hilberîn, belavkirin û ragihîna elektrîkê.
Li Tirkiyeyê, qutbûyîna elektrîkê hîn jî didome. Tê payîn ku, qutbûyîna elektrîkê ya bi Stenbolê dest pê kir, dê roja pêncşemê li gelek bajarên din jî xwe bide der. Koordînatorê Yekeya Enerjiyê ya Odeya Endezyarên Elektrîkê (EMO) Olgun Sakarya behsa sedemên qutbûyîna elektrîkê kir.
Sakarya got, di bingeha qutbûyîna elektrîkê de bêplaniya pergala enerjiyê û kêmaniya veberhênaniya binavayiyê heye.
'ENCAMA KESÎDEYÎKIRINÊ'
Sakarya got, qutbûyîn bandoreke neyînî li ser welatiyan dike û wiha axivî: "Heke hûn bi feraseta mantiqa piyasaya serbest biçin, dê dîmenek wiha derkeve pêşiya we. Di encama polîtîkayên kesîdeyîkirin û serbestbûyînê de, ev qad wek qadeke bazirganiyê şikil girtiye ku ev jî li bajaran dibe sedema qutbûyînan."
'TENGAVIYÊN SANTRALÊN GAZA XWEZAYÎ BANDORÊ LÊ DIKE'
Sakarya balê kişand ser spekulasyonên der barê qutbûyînan û wiha got: "Gotin nizam 'arizeyên xetan, sabotaj' û nizanim çi. Yanî gelek hincet hatin derpêşkirin. Di hilberîna elektrîka Tirkiyeyê de para gaza xwezayî zêde ye. Tengaviya snatralên gaza xwezayî yên li bajarên rojavayê, bandorê li ser qutbûyînan dike. Dema gazê nadin santralên gaza xwezayî yên li rojavayê, pirsgirêkên bi vî rengî xwe didin der."
'JI SEDÎ 40'Ê GAZA XWEZAYÎ YA ÎTHAL DI HILBERÎNA ELEKTRÎKÊ DE TÊ BIKARANÎN'
Sakarya diyar kir ku, di zivistanê de gaza xwezayî zêdetir tê bikaranîn û wiha got: "Piraniya gaza xwezayî ya îthal yanî ji sedî 40'ê wê di hilberîna elektrîkê de tê bikaranîn. Niha, dema li malan bikaranîna gaza xwezayî zêde bibe, vê ji santralên elektrîkê kêm dikin û didin malan. Vê carê jî di elektrîkê de hilberîn kêm dibe."
Sakarya wiha domand: "Ji taybetmendiyên herî bingehîn ên elektrîkê de divê ragihîn, hilberîn û belavkirin bi awayekî hevwext bê meşandin. Li Tirkiyeyê fealiyetên bi vî awayî ji hev serbixwe ne. Niha, heke hûn van qadan weke qadên cuda ên bazirganiyê ji hev veqetînin, helbet hûn ê ji têgeha planê dûr bikevin. Dema ji têgeha planê jihevqetînek çêbibe, wê pirsgirêkên bi vî rengî derkevin holê. Dema mirov li hilberîna elektrîkê ya 2015'an dinihêre kêm zêde ji sedî 40'ê wê ji gaza xwezayî, ji sedî 15'ê wê jî ji komira îthal pêk tê. Yanî ji sedî 54'ê wê ji jêderkên îthal pêk tê."