Bi gotina 'dê bi zorê bibe çiya' xwestiye ji cezayê xilas bibe

AMED - Li Amedê, Aykut Eryilmaz ê hevalê xwe Mehmet İnci bi çekê kuşt, hat derpêşkirin ku ji bo cinayetê xelas bibe wiha gotiye: "Xwest min bişîne çiyê. Min jî kişand û berdayê." Her wiha tê îdiakirin ku, yê cinayet pêk aniye ne Eryilmaz, lê bavê wî Sipahattin Eryilmaz bi xwe ye.

Li navçeya Yenişehir a Amedê, li ser rêya trênê ya li herêma çopê ya semta Şehitlikê êvara 4'ê meha Çileyê cenazeyê karkerê seramîkê Mehmet İnci (21) hat dîtin. Polîsên hatin cihê bûyerê, li cem cenazeyê İnci qewaneke vala ya fîşekan dîtin. Piştî bûyerê hevalê İnci, Aykut Eryilmaz (18) tevî çeka di cinayetê de hat bikaranîn çû Amîrtiya Navenda Polîsan a Şehitlikê û got, wî İnci kuştiye. Cinayet di çapemeniya belave de bi vî awayî hat dayîn: "Dema bi zorê xwest wî bibe nav PKK'ê hat kuştin." Lê belê, derket holê ku bûyer ne weke ku di çapemeniya belave de xwe daye der qewimiye û diyar bû ku, derew e. Roja bûyerê li cem İnci û Eryilmaz, hevalên wan Sinan Kaya (19) hebûye. Kaya ê li Serdozgeriya Komarê îfade da got, cinayet ne ji aliyê Eryilmaz, ji aliyê bavê wî Siphanettin Eryilmaz pêk hatiye û li cihê bûyerê her çi qas polîsan tenê qewaneke fîşekan a vala dîtiye jî, lê çek 3-4 caran hatiye berdan.

Kaya yê îfadeya wî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat wergirtin wiha got: "Roja 01.01.2017'an piştî nîvro, kekên Aykut Eryilmaz ez dîtim. Gotin, Aykut ji malê 30-35 hezar pereyê bavê wan bi awyaekî nepen piço piço xerc kiriye û di 31.12. 2016'an de nehatiye malê û ji min xwestin wî bibînim. Min peyamek ji Aykut re nivîsand û got, 'em hevdu bibînin.' Aykut ji min pirsî, 'Tu min naxî xefikê ne wisa?' Paşê me hev dît û wê şevê em li otelê man. Min ji Aykut pirsî, 'Çi bû?' Got, her tiştî kekên wî kirine û bavê wî jî, wî tawanbar dike."

‘MIN GOT QEY DÊ MEHMET BÎNIN MALÊ Û PÊ RE BIAXIVIN'

Kaya di îfadeya xwe de got, roja din ji bo Aykut biçe mala xwe wî qanih kiriye û wiha domand: "Bavê wî Sipahattin Eryilmaz çawa ket hundur li kurê xwe xist. Qayîşa xwe derxist lê da. Li malê zavayê wan Cihan Akinci jî hebû. Xwişka wî peyamên Aykut rê bavê xwe da. Bavê wî, ji Aykut kesê peyama jê re dişîne kî ye. Aykut jî got, Mehmet İnci ye. Ji min pirsî, wî nasdikim an na. Dema min got ez wî nas dikim, got 'here gazî wî bike.' Ez û zavê wan çûn mala Mehmet. Me Mehmet anî. Min got qey dê Mehmet bînin malê tenê pê re biaxivin, lê zavê wan Cihan Akinci 20 metre nêzî rêhesinê da sekinandin.

‘HEKE TU KESÎ RE BIBÊJÎ EZ Ê TE BIKUJIM'

Mehmet di rê de got, 'Aykut li serê min bû bela. Hema dibêje min bişîne çiyê.' Sipahattin Eryilmaz ji min re gotibû, 'wî bîne malê.' Di rê de wî û Cihan biryara xwe guherand. Dibe ku bi riya peyaman biryara xwe guherandibin. Em ji texsiyê daketin û sekinînin. 5 deqîqe şûn de Aykut û Sipahattin Eryilmaz hatin. Dema Sipahattin hat ket destê Mehmet li ser rêhesinê meşiyan. Zavê wan Cihan jî pêyî wan çû. Dema dengê çekê hat min berê xwe da wan, dema Mehmet ket erdê min dît. Dema Mehmet ket, Sipahattin Eryilmaz jî careke din bera Mehmet da. Bi giştî Sipahattin Eryilmaz 2-3 caran berda. Paşê tevî Cihan Akinci ber bi me ve hatin. Aykut ji bavê xwe re got, 'We telefona wî rahiştê?' Sipahattin Eryilmaz hat cem min û berê çekê da min û got, 'Heke tu ji kesî re bibêjî, ez ê te jî bikujim.' Ji tirsa min jî ji kesî re negot. Paşê Cihan çek sipart min, telefona her hal a Mehmet İnci bû da min û ji min xwest wê winda bikim. em li texsiyê siwar bûn ji cihê bûyerê veqetiyan. Di texsiyê de Sipahattin demance da Aykut."

‘PAŞÊ CENAZEYÊ WÎ HAT'

Bavê Mehmet İnci, İrfan İnci anî ziman ku, komplo li kurê wî hatiye çêkirin. Bav İnci got, wî herî dawî di 4'ê Çileyê de kurê xwe dîtiye û wiha got: "Kurê min li malê bû. Diranê wî diêşiya. Telefona wî lê ket. Got, 'Ez têm hûn biçin.' Dema diya wî ji bo diranê wî çû cem cîranan derman bîne, telefona wî lê ket û ji malê derket. Bi eşofman û bê gore daket jêrê. Dema diya wî hat malê li Mehmet geriya got, min derman aniye wî got, ez ê cixareyê bikirim û werim. Em hîn li benda hatina wî bûn, nexwe wê kêliyê bi texsiyeke bazirganiyî kurê min birine. Paşê cenazeyê wî ji me re hat."

‘KUŞTINA KURÊ MIN BI AWAYEKÎ PLANÎ HATIYE KIIRIN'

Bav İnci got, tu pirsgirka wan bi kesên kurê wî re kuştiye berê tune bûye û îdia kir ku, cinayet bi awayekî plankirî pêk hatiye û wiha axivî: "Tu hisûmetek me bi kesên kurê min kuştin re tune bû. Pirsgirêkeke kurê min jî tune bû. Ez wisa difikirim ku, ev cinayeteke plankirî ye. Li gor min ev komployek e. Kesên kurê min kuştin li semta Şehitlikê kesên tên naskirin in. Her kes dizane tiryakê difiroşin. Wek hevalê kurê min, Sînan jî di îfadeya xwe de gotiye, ew kes in ku bi şidetê nêzî zarokên xwe dibin. Ji ber vê divê ev cinayet baş bê lêkolînkirin."

'RÊBAZÊN HÎZBULAHÊ TÊN SEPANDIN'

İnci îdia kir ku, rêbazên ku berê hîzbulahê bi akr dianî di cinayeta kurê wî de jî hatine bikaranîn û wiha got: "Yek dikeve destê kurê min û yê din ji paş stû ve berdidê. Me cinayetên bi vî rengî di salên 90'î de dibihîst. Îro jî heman rêbaz li ser zarokên me tên sepandin."

‘HER KES JI KURÊ MIN HEZ DIKIR'

Bav İnci ê behsa kurê xwe kir wiha got: "Kurê min bi karê seramîk re bilî dibû, kesên hatin wî ji malê birin 7 salan hevaltiya wan hebû. 2 meh berê bi hevdu re ji Enqereyê hatin. Li wir bi hevdu re karê seramîkê dikirin. Kurê min bêdeng bû. Bi tu kesî re şer nedikir. Tu carî derew nedikirin. Her kesî jê hez dikir. Keça min jî di 2015'an de li Kobaniyê jiyana xwe ji dest da. Ev êşa me ya duyemîn e."

‘ÇAPEMENÎ BÊYÎ LÊKOLÎNÊ NÛÇE ÇÊKIRIYE'

İnci dest nîşan kir ku, ya qewimiye cinayet bi xwe ye û got, çapemeniya ku ev cinayet ragihandin jî berpirisiyar e û wiha bertek nîşan da: "Çapemenî bêyî lêkolînê kiriye nûçe. Ev nayê qebûlkirin. Bêyî lêkolîn li ser îfadeya kujer nûçe çêkiriye, ma ev rojnamgerî ye?"

‘MIN XWEST BIBE ÇIYÊ, MIN JÎ KIŞAND Û BERDAYÊ, EV DIBE SEDEMA BARSIVIKIRINÊ'

İnci dest nîşan kir ku, di cinayetên demên dawî de ev wek hincetên tên derpêçkirin û wiha got: "Bi jiyana ciwanekî 21 salî lîstin. Dixwazin kesên tiliya wan di vê lîstikê de hebe, bi awayekî herî giran bên cezakirin. Di cinayetên demên dawî de jî vegotinên wisa tên kirin. Difikirind ema hincetên wisa bidin der, dê cezayê wan sivik bibe."