‘Kurê min kuşt û piştre çek danîn ser kurê min'

DÎLOK -Dayika Muslim Kasar ê ku di bûyera li Muduriyeta Polîsan a Dîlokê jiyana xwe ji dest da, Leyla Kasar bertek nîşanî daxuyaniyên berpirsiyaran da û diyar kir ku kurê wê ji sedî 50 berastengê zihnî ye û û wiha got: "Ji ber nexweşiya sarayê pê re hebû li leşkeriyê jî çek nedane kurê min. Kurê min kuşt û çek danîn ser wî.

Di 10’ê çileyê de kesê bi navê Muslim Kasar (31) dema diçû midûriyeta polisan a Dîlokê alozî derket û di bûyerê de polîsek bi giranî birîndar bû û Kasar jî jiyana xwe ji dest da. Piştî ku Kasar jiyana xwe ji dest da ji malbata wî 6 kes binçav kirin. Cenazeyê Kasar duh ji aliyê malbata wî ve hat definkirin.

‘KURÊ MIN Jİ BO MONT BIKIRE ÇÛ SÛKÊ’

Dayîk Kasar Leyla Kasar a 60 salî bertek nîşanî daxuyaniyên berpirsyaran û nûçeyên hatîn çêkirin da û wiha got: “Min nimêja nirvro kir, kurê min ji min re got ‘ezê biçim ji xwe re mont bikirim’. Piştî çû telefonî min kir û got ‘eger nan li dikanê nemabe ezê ji xwediyê firinê re bêjim bila nan ji me re bîne’. Piştî wê min çend telefona wî kir bersiv neda. Çeka kurê min tune bû. Kurê min nexweşbû, rapora wî ya dînitiyê ji sedê 50 hebû. Nexweşiya sara hebû û sê caran emeliyat bûbû. Wan kurê min kuşt û pişre çek danîn ser wî.”

Dayik Leyla Kasar, da zanîn ku kurê wê ji ber nexweşiya xwe li leşkeriyê jî çek nedane wî û çek bikar neanîye.