Kujerên Kaçeroglu na kesên qetilkirin şermezar kirin hatin girtin

ÎZMÎR - Di doza Ekrem Kaçeroglu yê ku dema êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê şermezar dikir rastî êrîşa komekê hat û hat qetilkirin de bersûc tevlî dozê nebûn û li heman roj haman cihî ji ber qetilkirin şermezar kirin derbarê Leyla Îldemîz, Abdulrezzak Karataş û Abdulcebbar Înan de doz hat vekirin û ji her yekê re 3 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.

Li navçeya Bornova ya Îzmîrê, 7’ê Cotmeha 2014’an di dema meşa ji bo êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê dihat şermezarkirin de welatiyê bi navê Ekrem Kaöeroglu rastî êrîşa komekê hat û ji serê xwe gule xwaribû û hitibû lînçkirin. Di darizandina derbarê Kaçeroglu de ev 3 sale hêjî encamek derneketiye holê, welatiyên bi navê Leyla Îldemîz, Abdulrezzak Karataş û Abdulcebbar Înan bi hinceta heman rojê tevlî çalakiyê bûne, di 26’ê Mijdara 2014’an de bi hinceta “bûne muxalefetê qanûna çalakî û civînê ya hejmar 2011” û “endamên rêxistinê ne” doz hat vekirin. Doza derbarê Îldemîz, Karataş û Înan hat vekirin di 20’ê Kanûna 2016’an de bi encam bû û ji her yekê re 3 sal cezayê girtîgehê hat birîn.

Dadgehê îdîaya dozger a rûyê wan girtîbû û li dijî polîsan li ber xwe dane ya derbarê Îldemîz, Karataş û Înan de qebûl kir û bi hinceta “bûne muxalefetê qanûna çalakî û civînê ya hejmar 2011” ceza li wan hat birîn. Dadgehê hikmê cezayê hatiye dayîn ji paşê re hişt.

Di dozê de berovajî îdîayên dozger wêneyên bersûcan ên li Saziya Tiba Edlî hatin lêkolînkirin û beramber kirin tê dîtin ku rûyê wan vekirîne. Dîsan di wêneyên li Şaxa Daîreya Pisporî ya Fîzîkî û Lêkolîna Deng û Dîmen de hatin lêkolînkirin de jî derket holê ku rûyê Îldemîz, Karataş û Înan vekiriye, li şûna li dijî polîsan rabin li ser rê dimeşin û tê dîtin ku desten Înan di berîka wî de ye.

Li aliyê din di îdîanameya dozê de di mijara qetilkirina Kaçeroglu de îfadeyên skandal hatin dayîn. Hat îdîakirin di wê rojê de koma ku êrîşên DAIŞ’ê protesto kirin bi “ber,molotof, bombeyên lîkît” êrîşî polîsan kirine, koma ku ji mudaxeleya polîsan belav bûn li nava taxan zirar dane wesayîtan, li ser vê yekê bi welatiyên taxê re şer kirine. Di îdîanameya ku komak êrîşkar wekî “berteka taxê” hat nîşandan, Kaçeroglu yê ji aliyê komê ve hat gulebarankirin û bi lîncê hat qetilkirin jî wekî şerê di nava du koman de hat nîşandan.

DI DOZA KAÇEROGLU DE BERSÛC NAYÊ DOZÊ

Rûniştina doza Kaçeroglu dê di 1’ê Adarê bê dîtin. Di dozê de ku li bendê ne şahid bên guhdarkirin, bersûc Suat Dînçer, Murat Kesgîn, Reşît Aktaş û Kubîlay Aktaş jî bêyî girtî tên darizandin. Bersûc ji xwe nagirin bên dozê, dadgehê di rûniştina dozê ya beriya niha de daxwaza parêzeran a bi zorê anînê û kontrola edlî red kiribûn.