STENBOL - Hevalê Huseyîn Morsumbulê di serdema 12'ê Îlonê de bi îşkenceyê hat kuştin, Turabi Kişin diyar ku wan Morsumbul li qada sînorê alayê ku lê bi gogê dilîstin hat binçavkirin û di bin çavan de bi îşkenceyê hat kuştin.
Malbatên windayan û parazvanên mafên mirovan ji bo kujer bên darizandin û winda bên dîtin bi salan e çalakiyan li dar dixin û dixwazin aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin. Di navbera salên 80 û 95'an bi sedan kes li kolan, mal û kargeriyan ji aliyê tîmên taybet û hîzbî-kontra ve hatin revandin û di bin çavan de bi îşkenceyê hatin kuştin. Yek ji van kesên di bin çavan de hat kuştin ciwanê 19 salî Huseyin Morsumbul e.
GOTIN 'HUSEYÎN LI VIR TUNE'
Morsumbul, di 18'ê Îlona 1980'ê de li gundê Goreler ê Çewlîke ji aliyê polîsan ve di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Huseyîn birin qereqolê û ji malbatê re gotin "Em dê Huseyîn di demek kin de bînin" Malbata Morsumbul piştî rojek şûnde ku huseyîn nehat mal çûn Fermandariya Tugaya Çewlîkê. Malbat dema çûn fermandariyê rayedarên leşkeriyê gotin "Huseyin li vir tune" Malbat li ser vê bersîvê çûn qereqolek din û pirsa Morsumbul kirin. Malbatnê li vir bersîva "Huseyin li vir e" girtin. Dema malbatê xwest hevdîtinê bikin jî vê carê gotin "Huseyin ne li vir e". Polîsan demek şûnde dîsa bi ser malbata Morsumbul de girtin. Polîsan di serdegirtina malbatê de Bavê Huseyin binçav kirin û îşkence lê kirin.
DAYIK Û BAV JÎ BINÇAV KIRIN
Polîsan piştî bav Hanifi Morsumbul berdan vê carê dayik Fatma Morsumbul binçav kirin. Bav û dayik Hanifî û Fatma Morsumbul, ji aliyê serbazê wê demê Durmuş Coşkun Kivrak ve rastî îşkence û heqaretê hatin. Piştî Huseyîn Morsumbul hat binçavkirin û şûnde malbatna Morsumbul rastî tundî û zextan hatin. Malbata Morsumbul ji ber zextan koçî Stenbolê kir. Malbata Morsumbul piştî koçkirin jî dîsa ji bo aqûbeta Huseyin Morsumbl têkoşîna hiqûqî berdewam kirin. Malbate her çend ji Çewlikê koç kir jî dîsa ruh û aqilê wan li Çewlikê ma. Malbata Morsumbul di sala 2000’an de dîsa vegeriyan Çewlikê. Dayika Huseyîn Morsumbl Fatma Morsumbul her çend vegeriyan Çewlikê jî dîsa ji bo beşdarî çalakiyên Dayikên Şemiyê bibe dem dem çû Stenbolê. Lê temenê dayika Huseyîn Morsumbul Fatma Morsumbul têr nekir. " Dayika Morsumbul di 72 saliya xwe de di 26'ê Kanûna 2016'an de jiyana xwe ji dest da û hestiyê kurê xwe nedît.
Hevalê zarokantiya Huseyin Morsumbul Turabi Kişin, bîranînê Morsumbul parve kir.
‘ME DIGOT DAYIKA SOSIN'
Turabî Kişin, anî ziman ku wan ji dayika Fatma Morsumbul re digot 'Dayika Sosin' wiha got: "Dema ez diçûm dibistana navîn di salên 1974-75'an de min malbata Morsumbul nas kir. Li Çewlîkê herêmek bi navê Karer heye. Li wê herêmê 9 gundên elewiyan heye. Dayika Fatma ji gundê Dareliyê ye. Dema ez li Çewlikê çûm dibistana navîn em cîranên hev bûn. Dayik û bavê min li gund bûn. Dema Dayika Fatma ez didîtim her dem xwarin ji min re dianî. Qîmetekî mezin dida min. Her dem pirsa min dikir. Pirsa min dikir.
‘HER DEM DIPARAST'
Kişîn, anî ziman ku piştî bun cîranên hev Huseyin Morsumul nas kir û wiha got: “Huseyîn çend salan ji me mezintir bû. Em ji bajar hatibûn gund. Em xerîbê jiyana bajar bûn. Li Çewlike bêtir kesên sûnî hebûn. Ji ber ku em elewî bûn zarokên sunî zext li ser me dikir. Hin caran li me didan. Huseyîn em diparastin. Her dem zarokên ku zext li me dikir hişyar dikirin. Dema zarokên taxê em li cem hev didîtin dest me nedidan. Dema pirsgirêk çêdibû me ji Huseyîn re digot. Aliyê wî ku me biparêze hebû. Mirovekî aram û berpirsiyar bû."
‘LI QADA KU ME LÊ BI GOGÊ DILIST BINÇAV KIRIN Û BI ÎŞKENCEYÊ QETIL KIRIN
Kişin, da zanin ku li qada ku wan lê dilîst Huseyîn dihat li gel wan dilîst û wiha got: “Li tenişta taxê li qada sînorê leşkerî me li wir bi gule û gogê dilîst. Ez her dem dixistim qelê. Huseyîn jî bi goge dilîst. Rojekê me bi gogê dilîst hatin Huseyîn binçavkirin. Huseyîn di darbeya 12'ê Îlonê de binçavkirin û bi îşkenceyê kuştin. Wê demê gelek kes hatin binçavkirin. Piştî Huseyîn Morsumbul hat binçavkirin û wihdakirin aramiya malbatê nema. Diwest aqûbeta wî bibînin. Ger ku dijiya dixwestin bigêjin şexsê wî, ger ku nedijiya dixwestin bigêjin cenazeyê wî. Lê ji bo malbat aqûbeta wî nepirsin di bin zext û tundiyê de bûn.
‘DURMUŞ KIVRAK MIROVEKÎ ZALIM TÊ ZANÎN'
Kişin, da zanîn ku wê demê Fermandarê Alayê Serbaz Durmuş Kivrak bû û wiha got: "Komîsyona darbeyê têkildarî darbeya 12'ê Îlonê bang li me kir û bi mere hevdîtin kir. Wê demê li ser navê dewletê Durmuş Kivrak hemû bûyerên tarî pêk dianî. Dema ez zarok bûm min ew dît. Di dema darbeyê de komek leşker hatin gundê me. Ez û gundiyekî din kirin mertal û em li pêş xwe birin gundê din. Dema Durmuş Kivrak mirov binçav dikirin her kes diket fikarê. Têkildarî windakirin û kuştina Huseyîn navê Serbaz Durmuş Kıvrak derbas dibe. Dema çi çara ez dihatim Stenbolê malbatê pirsa Huseyîn ji min dikir."