WAN - Di encama lêkolînan de keştiya bi navê Akdamarê ya binavbûyî Rûsyayê li gola Wanê hat dîtin.
Di encama lêkolînên ku hatin kirin de keştiya bi navê Akdamarê ya binavbûyî Rûsyayê li gola Wanê hat dîtin. Komeleya Lêkolînên Binavê ya Gola Wanê (VANSAD) di encama lêkolînên ku salek e berdewam dikin de keştiya ku di dema Şerê Cihanê ya Yekemîn e ji bo çûnhatinên di nav bera îskeleyan de rûsan bi kar anîne hate dîtin. Hate gotin ku keştî nêzî 200 ton bar, dikare lê bêbarkirin û li nêzî gundê Reşadiye ya navçeya Tetwanê ya Bedlîsê hatiye dîtin. Keştî qasî 30 metre durî peravê û 6-7 metre jî di bin golê de bûye. Keştî li tersaneya gundê Arnêsê ya li ser riya Erdîşê di salên 1915'an de hatiye çêkirin.
Hate gotin ku keştî piştî ku li herêmê dagirkeriya Rûsyayê bi dawî bû ketiye destê osmaniyan, piştre bi îlankirina komarê re jî ketiye destê Komara Tirkiyeyê heta 1958'an roja ku binavbûye jî hatiye bikaranîn.