WAN -Serdozgerê Komarê yê Wanê der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag de bi îdîaya "yekîtî û tevahiya dewletê xera kiriye" û "propaganda rêxistinê kiriye" cezayê muebbeta giran û 7,5 sal cezayê girtîgehê xwest.
Ji hevseroka Giştî ya HDP’ê û Parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag re bi îdîaya“yeketiya dewlet û hevgiritna civakê xirakiriye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” cezayê muhebeta giran û 7,5 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.
Serdozgeriya Komarê ya Wanê, lêpirsîna xwe ya derbarê axaftinên Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ên di 11’ê Nîsana 2015, 30’ê Kanûna 2015 û 5’ê Adara 2016’an de temam kir. Di îdîanameya ku ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat qebûlkirin de hat diyarkirin ji ber naverokan axaftinan giliyên ji Serdozgeriya Komarê ya Yalovayê re hatine kirin lêpirsîn hatiye vekirin.
Di îdîanameyê de derbarê Yuksekdag de ji ber sûçcên “yeketiya dewlet û hevgiritna civakê xirakiriye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” cezayê muhebeta girankirî û 7,5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.