Rojnameger Taşkin hat girtin

HATAY - Xebatkarê Rojnameya Hatay Ses Ceren Taşkın bi hinceta parvekirinên weşanên civakî hat girtin.


Xebatkara Rojnameya Hatay Ses Ceren Taşkin ku bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" hatibû binçavkirin hat girtin. Taşkin ku dozger îfadeya wê girt, bi hinceta di medyaya civakî de "propaganda rêxistinê kiriye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehêkir. Dadger jî bi heman sucdariyê der barê Taşkin de biryara girtinê da û şand girtîgehê. Li gel Taşkin, Hevseroka Partiya Rizgariya Ji Nûve Sosyalist (SYKP) a Hatayê Hulya Kavuk jî di navde 16 kes serbest hatin berdan û dozger ev yek îtîraz kir.