EDENE/ OSMANIYE - Li Edene û Osmaniyeyê serê sibehê di serdegirtinên malan de Hevserokên HDP'ê yên Osmaniyeyê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Osmaniyeyê serê sibehê polîsan bi awayeke hemwext bi ser malan de girtin. Piştî lêgerînan Hevseroka HDP'ê Behiye Tan û Yuksel Teçîk jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat hînbûn û kesên ku hatin binçavkirin birin Emniyeta Osmaniyeyê.
Li Edeneyê jî bi şev polîsan bi ser mala Sedat Emen ê li taxa Karaoglan a navçeya Yuregîrê de girtin. Piştî lêgerînê Emen hate binçavkirin û birin Emniyeta Edeneyê. Hate hînbûn ku Emen di çarçoveya lêpirsîna li hemberî xxwendekarên zanîngehê de hatiye binçavkirin û dê bibin Rihayê.