Dîmenên qetilkirina Dîlek Dogan nîşanî parêzerên wê ne dan

STENBOL - Dîmenên derbarê kuştina Dîlek Dogan ên ku hatibûn sîlkirin, bi armanca paşde vegerandina dîmenan şandibûn bên Laboratuvara Krîmînal a Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, bi awayekî rapor paşde hat şandin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a dîmenan bidin wan bi îdîaya “dê taybetiya kesên di dîmenan de ne bên îhlalkirin” red kir.


Doza qetilkirina Dîlek Dogan a ku polîsê bi navê Yuksel Mogultay têdarizandin rûniştina 5’emîn li 12’yemîn Dadgeha cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Doza ku ji çapemeniyê re girtî, polîsê bersûc tevlî nebû û di dozê de malbata Dogan amade bû.

Doza bi nasandina nasnameyan destpêkir, ji ber dîmên derbarê dema Dîlek Dogan hat qetilkirin de hatibûn sîlkirin, bi armanca dîmen paşde bên vegerandin ji Laboratuvara Krîmînal a Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan re hatibûn şandin û hat diyarkirin ku bersiv bi raporê hatiye şandin.

Heyeta dadgehê ku daxwaza parêzeran a divê dîmenan bidin wan bi hinceta “Ger dîmen ji alî re bê dayîn dê taybetiya kesên di dîmenan de ne bê îxmalkirin” red kir.

Dadgehê doz taloqî 8’ê Adarê saet di 10.30'an de kir.

Doz bi hinceta ewlehiyê ji rûniştian duyemîn were ji bo çapemeniyê girtî tê dîtin.