Rêxistinên pîşeyê yên çapemeniyê wezîr Bozdag derewandin

STENBOL - Gotinên Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ên di dema guhertinên qanûna bingehîn de yên “tu kesên ku ji ber rojnamegerî kirine hatine girtin tune ne” ji aliyê rêxistinên çapemeniyê ya neteweyî û navneteweyî ve hat derewandin. CPJ û RSF’ê da zanîn ku di lîsteya rojnamegerên girtî de Tirkiye yekemîne.

Di nîqaşên guhertina qanûna bingehîn de parlamenterên CHP’ê di guhertina madeya 4’emîn de darbarê rojnamegerên girtî de pirsek kirin û li ser vê yekê bersiva Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag “tu kesên ku ji ber rojnamegerî kirine hatine girtin tune ne” ji aliyê rêxistinên çapemeniyê ya neteweyî û navneteweyî ve hat derewandin.

DI NAVA 180 WELATAN DE DI RÊZA 151'EMÎN DE YE

Li gorî endeksa azadiya çapemeniyê ya cîhanê ya Rêxistna Rojnamegerên Sînor Nenas a Tirkiyeyê (RSF) Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 151’emîn de cih digire. Li gorî raporê li tevahiya cîhanê 348 rojnameger di girtîgehê de ne, ji vana 100 ji Tirkiyeyê ne. RSF’ê diyar kir ku li tevahiya cîhanê hêjama rojnamegerên girtî ji sedî 6 zêde bûne, ev hêjmar li Tirkiyeyê 4 qat zêde bûye û ji sedî 22 zêde bûye. RSF’ê di hamen demê de Serokomar Tayyîp Erdogan di lîsteya xwe ya “dijminê çapemeniyê’ de bicih kir.

Komîteya Parastina Ronamegeran (CPJ) jî di rapora xwe ya Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya 2016’an de da zanîn ku di sala 2016’an de li tevahiya cîhanê 257 rojnameger hatine girtin û rekor jî bi 81 rojnamegeran Tirkiyeyê şikandiye. Li gorî rêxistinên pîşeya navneteweyî yên çapemeniyê; Tirkiye ji ber 144 rojanemger di girdîgehê de ne di rêza yekemîn de cih digire. Di rapora ku Fredom House weşandî de jî da zanîn ku Tirkiye di azadiya çapemeniyê de ji rewşa “welatê nîv azad” ketiye rewşa “welatê ne azad”.

Platforma Piştevaniya bi Rojnamegerên Girtî re (TGDP) da zanîn ku ji 11’ê Çileya 2017’an ve li girtîgehên Tirkiyeyê 15 wediyên îmtiyazê, midûrên karê nivîsan û 147 rojnameger hene.