'Divê bi beşdariya hemû beşên civakê pêvajoyekî nû ya qanûna bingehîn bê destpêkirin'

AMED - Baroya Amedê xwest ku bi beşdariya hemû partî û rêxistinên civakî yên sivîl ve li ser esasê mafên mirovan, gerdûnî û hemû cudabûn û dewlemendiyan pêvajoyekî qanûna bingehîn bê destpêkirin û banga paşvekişandina pêşnûmeya guhertina qanûna bingehîn a ku li Meclîsê tê nîqaşkirin kir.

Baroya Amedê têkîldarî hevdîtinên ku ji bo guhertina qanûna bingehîn a pêşiya Serokomariya partiyî vedike li avahiya Alîkariya Edlî ya Baroyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya ku rêveber û parêzerên baroyê beşdar bûn de li ser navê baroyê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen daxuyanî xwend. Ozmen got ku di demên dawî de li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn geşdanên neyînî diqewimin û ji ber êrîşên li navendên jiyanê û şerên diqewimin ji çareserkirina pirsgirêkên civakî û siyasî durxistinek çêbûye.

Ozmen da zanîn ku di van rojên ku şertên rêveberiya awarte tê jiyîn de guhertina qanûna bingehîn a ku dê bandorê li sîstema hiqûqî û siyasî ya welat bike tê kirin, qanûna bingehîn "peymanên civakî ne" û qasî naveroka wan pêvajoyên ku tên çêkirin jî girîng in. Ozmen wiha got: "Roja ku ev pêşnûmeya guhertina qanûna esasî hate rojevê heta niha derveyî usulê nêzîkatiyek heye, her kes vê yekê dibîne. Partiyên siyasî yên di muxalefetê de û hişyariyên beşên civakê yên cuda nedîtî ve hatine dîtin, îtiraz û bendewarî ji aliyê îxtidara siyasî ve nehatiye guhdarkirin. Ev yek dê bibe sedama qanûna bingehîn bibe peymanekî dewletê."

'PAKET DÊ PIRSGIRÊKAN ÇARESER NEKE'

Ozmen ê nirxandina "em dixwazin bibêjin ku qanûna bingehîn metnên ku îxtadarên kesan na, metnên ku wekhevî, azadî û edaletê pêk tînin e" kir û wiha axivî: "Bi vî armancê divê bibe metnekî ku aştiya mayînde digire bin misogeriyê. Ji ber vê yekê di metnê de ji bo perspektîfa pêşerojê ruh bê dayîn. Em wekî Baroya Amedê em careke din dibêjen ku li şûna Qanûna Bingehîn a 1982'yan ji bo qanûnekî bingehîn a nû pêwîstî heye. Pêwîstiya civakê qanûnekî bingehîn a demokratîk, sivîl û cudatiya hezan esas digire heye. Ji ber vê yekê em dixwazin bi beşdariya hemû partî û rêxistinên civakî yên sivîl ve li ser esasê mafên mirovan, gerdûnî û hemû cudabûn û dewlemendiyan pêvajoyekî qanûna bingehîn bê destpêkirin. Paketa heyî ji bo çareseriya pirsgirêkan tiştekî neke û em dixwazin ji rojeva Meclîsê bê vekişandin."

Piştî daxuyaniyê civîn bi dawî bû.