ENQERE - Akademîsyen Nuriye Gulmen, diyar kir ku dema duh hat binçavkirin ji ber şîdeta ditiye nekariye demek dijê bêhnê bistine û wiha got: “Bila carek din me bigirin. Sûcê dikin didomînin, em jî bicih anîna edaleta xwe didomînin. AKP keriya qatilan bikartîne.”
Akademîsyen Nuriye Gulman a ku piştî ji kar hat derxistin û li ser Kolana Yuksela Enqereyê bi dirûşmeya “Ez karê xwe dixwazim” dest bi çalakiyê kir bi KHK’ê dawî ji kar hat îxraçkirin. Gulem û mamoste Semîh Ozakça ku pişî qedexeya Waliyê Enqereyê ya ji bo çalakiyan hatin îxraçkirin di roja 64’emîn a berxwedana xwe de bi derpkirinê hatin binçavkirin.
Gulmen ku hat berdan tiştên jiyane ji dîhaberê re vegot.
‘HÛN NIKARIN STRAN GOTINA ME QEDEXE BIKIN’
Gulmen, da zanîn ku wan 2’yemîn meha çalakiya xwe bi tevlîbûna Grup Devînîm pîroz kirin û wiha got: “Dema amûrên muzîkê hatin derxistin komek polîsan hatin gel me û gotin qedexe heye me jî got em ê stranan bêjin. Hûn çi qedexe dikin stran gotina me? Kesek nikare stran gotina me qedexe bike. Piştî nîqaşa bi polîsan re em ji aliyê tîmên taybet ve hatin dorpêçkirin. Me amûrên muzîkê danîn alî û me dest bi govendê kir. Polîsan em dorpêçkirin lê me govenda xwe domand. Dema me govenda xwe doman dest dan me. Em avêtin erdê. Ez hişk ketim erdê. Dest dan serê min û li erdê xistin. Pehîn li min dan. Dema ez ketim jî gaza îsodê avêtin min. Min ne karî bêhn bigirim û min tenê rûyê xwe parast. Ji ber ku gelek pehîn li rû û laşê min an. Pê li lingê min kirin û derketin ser min. Destê min ji piştê ve girtin û ez rakirim. Piştre xwestin min bibin. Demek dirêj min nekarî bêhnê bigirim.”
‘AKP KERIYA QATILAN BIKARTÎNE’
Gulmen, bi lêv kir ku piştî şîdeta dîtine cezayê pere li wan hatiye birîn û wiha pêde çû: “Ev dewlet xwedî taybetmendiyek çawa ye nîşan da. Taybetmendiya faşîzmê ewe ku îşkence li kesê karê xwe dixwaze bike. Li holê sûcek tune ye lê ji bo mirinê li me didin. AKP keriya qatilan bikartîne. Çi dibe bila bibe ez ê daxwaza karê xwe bikim. Em ê dîsan li heman cihî çalakiya xwe bidomînin. Bila dîsan bigirin, sûcê dikin didomînin. Em jî bicih anîna edaleta xwe bidomînin.”