AMED - Endame Meclîsa DBP'ê Olcay Kanlibaş di "Doza Sereke ya KCK'ê" de diyar kir ku îdîanameya ji aliyê cemaeta Gulen ve hatiye amadekirin hilweşiya ye û êdî Di Doza KCK'ê de tu wateya gotinê nemaye.
67'emîn rûniştina doza 156 siyasetmedarên kurd a Doza Sereke ya KCK'ê ku di sala 2009'an de dest pê kir û Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatip Dicle, Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP'e Kamuran Yuksek û hevşaredarê girtî Firat Anli û Ahmet Turk jî di navde tên darizandin, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin.
Di rûniştina dozê de Endamên Meclîsa DBP'ê Turan Genç, Pero Dundar, Çimen Işik, Olcay Kanlibaş û Rêveberê DBP yê Amedê Celal Yoldaş yên girtî tên darizandin amade bûn. Dîsa parêzerên siyasetmedaran ji amade bûn. Di rûniştinê de Ahmet Turk ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê nekarîbû beşdarî dozê bibe. Endamê Meclîsa DBP'ê Olcay Kanlibaş ku ji "Rêveberiya Rêxistinê" tê dazinadin parastina kurdî kir. Kanlibaş di parastinê de wiha got: "Têkildarî operasyona 2009'an gelek tişt hatin gotin. Li gel ku îdîanameya di 2007'an de hat amadekirin doz 2 sal şûnde hat vekirin. Ji ber serkeftina partiya me li dijî wê operasyon hatin hatin lidarxistin. Xebaten partiya siyaseta gelak wekî xebatên rêxistnê hatin hesibandin. Ji ber ku destûr nehat dayîn em bi kurdî parastinê bikin piştî 5 sal şûnde parastin hat kirin. Der barê min de 3 dosyayên cuda hatine amadikirin. Ez ji endamtiya rêxistinê têm tawanbarkirin. Siyaseta me ya legal wekî dijzagonî tê dîtin. Divê mirov ji kesên azad netirse. Mirovên azad bi xwe re civakê jî azad dike. Ev îdîaname bi biryara siyasî hat amadekirin. Ev îdîaname ji aliyê Onder Aytaç, Emre Uslu, Sedat Laçiner û kesên din ve hatin amadekirin. Ji aliyê endamê Fethula Gulen ve hatin hatin amadekirin.
Der barê me de îefadeyên şahidên nepen hnene. Ez ji sala 2005'an heta niha di nava partiya siyasî de me. Ez li hundir jî û li derve jî ez dê ji bo mirovahiyê têbikoşim. Tu dewlet nikare fikrê me û hestê me perçe bike. Divê dewlet û îktîdar ji ramanê kurdan netirse. Xebatên me demokrasiyê xurt û bi hêz dikin."
DUNDAR: XEBATÊN ME YEKÎTIYA WELÊT XURT DIKE
Endama Meclîsa DBP'ê ya berê Pero Dundar jî anî ziman ku tawanbariya li hemberî wan li dijî rastiyê ye û wiha got: "Tiştekî rast heye ew jî rastiya min û rastiya gel tê înkarkirin.
Rastiyek din jî nasnameya min a kurd, nasnameyamin a jinê û nasnameya min a elewîtiyê tê înkarkirin. Hemû sedema pirsgirêkan polîtîka dewletê ya yek perestiyê ye. Ger ku înkara li ser ziman, nasname û welat berdewam bike gel jî dê mafê xwe yê rewa bikar bîne. Têkoşîna min a hebûnê têkoşîna ji bo gelê kurd û tirk ji şer xelas bike ye. Ji bo jiyana hevpar û demokratîk a li ser vê axê ye. Ez cuda difikrim, cuda di axivim û cuda dijîm. Ez hişmendiya mêr a serdest rexne dikim û li dijî wê têdikoşim. Ji bilî kurdan her kes pirsgirêka kurd diaxivin. lê kurd nikarin pirsgirêka xwe bi axivin. Hişmendiya rastiya kurd dike pirsgirêk ew hişmendî nijadperetî û kevneperestiyê pêş dixe. Şer û yek perestiyê pêş dixe. Hemû xebatên me yên siyasî û civakî di çarçoveya zagonan de hatiye kirin. Ger ku armanca me perçebûna vê axê û vî welatî bûya niha ji mêve welat perçe bûya.
PIRTÛK Û MUZÎK DELÎLA SÛC HAT DÎTIN
Dundar, anî ziman ku pirtûkê wê xwendiye, muzîka guhdar kiriye û nameyên ku şandine tev wekî delîlên sûc hatine dîtin. Hevalên min ên ez bi telefonê biwan re axivîm wekî terorîst hatin nîşandan. Ez bi awayekî bê daraz têm înfazkirin. Bi van delîlan 8 salin girtî têm darizandin. 40 rûpel îddianame û 40 klasor bi 20 sal ceza têm darizandin. Ev li dijî hiqûqêye. Ev nêzîkatiyek siyasî ye. Ne wîcdanî ye. Darizandina nasname, ziman û hebûna min ne wîcdanî û sincî ye."
Rûniştina dozê piştî nîvro jî bi paratina siyasetmedaran berdewam kir.