ÎZMÎR - Rêxistinên ciwanan diyar kirin ku ji bilî yekbûyîn û berxwedana li dijî rejîma serokatiyê ku îktîdara bêpêşerojî û bêhêvîtiyê ye tu riyek din a wan tune ye.
Li Îzmîrê, endamên Ciwanên Demokrasiya Nû (YDG), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Tevgera Xwendekarên Sosyalîst (SOH), Di Riya Şoreşê de Ciwanên Şoreşger û DEV-GUÇ’ê bi dirûşmeya “Ji serokatiyê re na, ciwan hene” li avahiya ESP’ê civînek li darxistin. Di civînê de endama MYK’ê ya SGDF’ê Gozde Sîvaslioglu diyar kir ku îktîdara AKP û Qesrê, ji bo pergala serokatiyê bixin meriyetê amadekariyên referandumê dikin û wiha got: “En referandon dê dinavbera dîktator û kesên teslîm nabin de bê jiyîn. Li vê erdnîgariyê ciwanên ku serî natewînin û teslîm nabin hene. Ciwan îlan dikin ku dê ferzkirina serokatiyê li kolanan rawestîne. Em ê li zanîngeh, kolan û hemû qadan li dijî ewldanên serokatiyê derkevin. Ciwan ji bo ji her kesê re nîşan bide ku li dijî zextên qesrê serî natewîne, gefên wan nikarin me biçewisînin û ji bo bide nîşandan ku dê dîktator winda bike dê di şer de be. Kesên ku li benda bêdengbûn, tirsîn û teslîmbûna me ne dê gelek li bendê bimînin. Êdî gotina me ya dawî gotina me ya pêşiye.”
‘CIWAN BIBIN YEK DÊ SERBIKEVIN’
Sîvaslioglu, anî ziman ku hemû dengên muxalif tên bêdengkirin, radyo, TV, rojname û komeleyên li dijî îktîdarê ne hatin girtin û wiha axivî: “Ji bilî yekbûyîn û li dijî îktîdarê meşandina berxwedanê tu riyek din ne maye. Ciwan ger bi hevre têbikoşin dê zext û zilmê biqedînin. Rejîma serokatiyê îktîdara bêpêşeroj û bêhêviye. Ciwan ji bo pêşerojek bihêvî, rûmet û biewle ji serokatiyê re dibêje na.”