NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê Wezîrê Karên Derve yê Serokê DYA'yê yê nû Trump, Tillerson got, ew ê li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê piştevaniya bi kurdan re bidomînin. Tillerson, dest nîşan kir ku ew ê di navbera Tirkiye û kurdên Sûriyeyê de jî hevsengê çêbikin.
Rêveberiya nû ya Serokê DYA'yê Trump, anî ziman ku ew ê piştevaniya kurdan bikin. Li gor nûçeya Duvarê, namzetê Wezîrê Karên Derve yê Donald Trupm, Rex Tillerson ji bo Rojavayê wiha got: "Li dijî DAIŞ'ê mutefîkê me yê herî baş kurd in." Her wiha Tillerson got, ew ê di navbera Tirkiye û kurdên Sûriyeyê de hevsengê çêbikin.
Beriya wezîrtiya wî bê tesdîqkirin, Tillerson li Senatoyê îfade da û bersiva pirsa, "Hûn ê ji nû ve pêşengtiya Amerîkayê çawa tesîs bikin?" da û got, ew ê li herêmê pêşî bi mutefîkên xwe yî berê re hevdîtinan pêk bînin. Tillerson wiha got: "Rûsya, Tirkiye û Îran li Sûriyeyê bêyî beşdarbûna me dîkteya şertan dikin. Divê em dîsa hevdîtinê bi Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan re pêk bînin. Di tunebûna pêşengtiya Amerîkayê de, ji bo Sûriyeyê şik û gumanên wan zêde bûn. Berê xwe da mutefîkê xwe yê berê, Rûsyayê. Em ê jê re bêjên, Rûsya ne mutefîkekî ku mirov pê re kar bike, divê bi DYA'yê re bibin mutefîk."
‘EM Ê PIŞTEAVNIYA BI KURDAN RE BIDOMÎNIN'
Tillerson, dest nîşan kir ku gava wan a duyemîn jî DAIŞ e û wiha axivî: "Li dijî DAIŞ'ê mutefîkên me yên herî baş kurd in. Dê DYA, di warê kapasîteya pêşveçûna ber bi Reqayê de piştevaniya bi wan re bidomîn."