ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu bi rêya SEGBÎS'ê tevlî doza li Cizîrê ya der barê wî de hatibû vekirin de axivî û got, Hikûmeta AKP'ê ji bo ku bikaribe Qanûna Bingehîn a niha li Meclîsê hevdîtinên wê pêk tênbi rehetî biguherîne, parlementerên HDP'ê dan girtin.
Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu ê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Kocaeliyê tê ragirtin, ji ber dozeke der barê wî de bi hinceta, "astengkirin û heqareta li xebatkarên cemaweriyê" kiriye hat vekirin, li 3'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Cizîrê derket pêşberî dadwer. Di rûniştina dozê de Encu, parêzerên Encu Ozlem Zingil, Zeynep Çakmakçi bi rêya SEGBÎS'ê Parlementerên HDP'ê Leyla Bîrlîk û Alî Atalan her wiha parêzera Encu Fîlîz Olmez û xizmên Encu amade bûn. Piştî xwendina îdianameyê, Encu mafê axaftinê wergirt û parêziya xwe kir.
'GIRTINA ME BIRYAREK SIYASÎ YE'
Encu got, ew roja 3'yê Mijdarê bi hevserokên partiya xwe re bi awayekî dijhiqûqî hatine binçavkirin û pişt re hatine girtin ji ber vê yekê jî mafê wan ê herî xwezayî yê destnedayînê hatiye binpêkirin. Encu anî ziman ku, dozên der barê wan de hatine vekirin hemû siyasî ne û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji bo ku îro bikaribin Qanûna Bingehîn biguherînin xwestin parlementerên HDP'ê bigirin û pêşiya xwe vekin. Niha li Meclîsê hevdîtinên Qanûna Bingehîn tên kirin û em ji ber vê yekê hatine girtin."
'NE MIN, HÊZÊN DEWLET EZ ASTENG KIRIM'
Encu li ser doza ku der barê wî de hatiye vekirin jî da zanîn ku, ew bi hezaran carî rastî astengiyên hêzên dewletê hatine û wiha domand: "Min dixwest astengkirinên li hemberî min pêk hatine hemûyan bînim ziman. Lê ji ber ku ez di girtîgehê de me ev yek ne pêkan e. Di dema qedexeyan de gelek caran ez ji aliyê hêzên dewletê ve bi biryara Waliyê Şirnexê hatim astengkirin û hêzên dewletê destûr nedida ku em bikevin bajarên em lê hatine hilbijartin. Der barê van pêkanînan de me pêşnûma daye Wezareta Karên Navxweyî, lê heta niha hîn jî pirsên me nehatine bersivandin. Di dosyaya dozê de tê gotin ku, min xebatkarên cemaweriyê asteng kirine, ez parlamenter im û kesên vê yekê îdia dikin bi xwe ez asteng kirime û destûr nedane ku ez derbasî Hezexê bibim. Her wiha tê gotin ku, min bi wesayîta xwe xwestiye zerarê bidim leşker û polîsan, lê qasî saetekê qet nehiştin ez wesayîta xwe bikarbînim û li ser vê astengkirinê ez careke din vegeriyam Silopiyayê."
'ÎDIAYÊN TÊN KIRIN NE RAST IN'
Encu herî dawî got, îdianameya ku ji ber dema di 2'yê Sibata 2016'an de dixwest biçe navçeya Hezex a Şirnexê jî da zanîn ku, tenê li ser pêkanînên wî hatiye amadekirin, lê der barê hêzên dewletê yên li wir tiştek nehatiye nivîsîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Tenê li hemberî min hin delîl kom kirine. Tiştên ku li aleyha min yek tenê jî kom nekirine. Ez dixwazim dîmenên buyerê yên wê rojê werin xwestin û bên temaşekirin. Wê rojê dema min dixwest biçim Hezexê hatim astengkirin. Ewil li nasnameyên me nêrîn û gotin, hûn dikarin biçin lê pişt re em asteng kirin. Ev îdiayên ku dibêjin, 'te heqaret li hêzên dewletê kiriye û bi wesayîta xwe xwestiye zerarê bidî wan' hemû derew in. Ez dixwzim kesên ku wê rojê li cem min bûn, yanî ajokarê min û şêwirmendê min yê çapemeniyê jî werin guhdarkirin. Her wiha di rûniştina dozê ya di demên pêş de pêk bê, ez dixwazim bi awayekî zindî tevlî dozê bibim."
Piştî parêziya Encu, parêzerên Encu der barê dozê de parêzî kirin û heyeta dadgehê dozê taloqî 27'ê Nîsanê kir.
'EM Ê BI TÊKOŞÎNA XWE YA LI KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ VAN ROJAN DERBAS BIKIN'
Piştî dozê Parlementera HDP'ê ya Şirnex Leyla Bîrlîk li ber deriyê Adliyeya Cizîrê daxuyanî da û got, şahidê buyerên li Cizîr, Silopiya, Hezex û Şirnexê pêk hatine tê darizandin. Bîrlîk da zanîn ku, encama 14 salên îktîdara AKP'ê derhuqûqî ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Tu kes nikare ser heqîqetê binixumîne û em ê vê yekê derxin holê. Îro hevserok û hevalên me yên parlementer li zindanan tên ragirtin em ê li Kurdistanê, li Tirkiyeyê bi têkoşîna xwe van rojan jî derbas bikin."