EDENE (DÎHA) - Nexweşxaneya Dewletê ya Edeneyê ya berê, li şûna xizmetê bide nexweşan bûye warê hişbir û tiryakê. Welatiyên derdorê jî ji ber vê rewşê bi fikar in.
Li navçeya Yuregîr a Edeneyê Nexweşxaneya Dewletê ya Edene ya Berê sala par hat valakirin. Piştî nexweşxane hat valakirin êdî xizmetê nade nexweşan. Nexweşxaneya ku hat valakirin bê xwedî hat hiştin niha bûye warê tiryakan. Welatiyên taxê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku bi fikar in. Welatiyê taxê Alî Akca, anî ziman ku piştî nexweşxane hat girtin dizî li taxê pir bûye û wiha got: "Divê rayedar tedbîran bistînin. Tiryak li vir diziyê dikin û zerarê didinn derdorê."
Derdorparêzan jî bertek nîşanî rewşa nexweşxaneyê û tiryakan da û anîn ziman ku daran dibirin û xwezayê wêran dikin. "Li vir dizî tê kirin. Dar tên birîn. Em ji vê rewşê bi fikar in û divê tedbîr bên stendin."