Koçer li benda buharê ne

ÊLIH - Koçerê di demsala zivistanê de vegeriyane ser warê xwe yên zivistanê li benda hatina baharê ne ku derkevin zozanan.

Koçerên Êlihê, li gundê Meymûniyê yê navbera çiyayên Ramanê bakûr û Ramanê rojhilat ên di nava Êlih û Heskîfê de ye konên xwe vedana û li benda hatina baharê ne. Koçerê ku mehên xwe yên zivistanê di gund derbas dikin dema bahar tê jî derdikevin zozanan. Koçer bêyî ferq û cudahî bixin nav jin û zilam dixebitin. Jin bi karên nava konê û xwedîkirina pez re mijûl dibin, zilam jî di saetên zû yên sibê de pez dibin çiya û wan diçêrînin. Ev parvekirina kar di mehên havînê de jî li zozanan didome. Koçerên Êlihê her sal berê xwe didin zozanên Colemêrgê.

ZIVISTANÊ DEŞT BAHARÊ ZOZAN

Adem Savun (38) da zanîn ku ji dema hatiye dinê heta niha şivantiyê dike, koçerî gelek zehmete û wiha got: “Feydeya koçeriyê geleke û ez nikarim dest jê berdim. Em sibê saet di 6’an de şiyar dibin û heta şevê em di nava pez de ne. Hinek caran em bi karên xwe yên din re mijûl dibin. Em zivistanê li vir re derbas dibin. Em bi meşê diçin û tên. Di mehên havînê de jî em diçin zozanên herêma Colemêrgê. Em di dema çûyînê de li cihên diyar bêhna xwe didin û li gelek çiyayan derbas dikin. Koçerî zehmete lê kedkarên wê pirin.”

Savun, anî ziman ku di kona vekirine de 6 malbat têde dijîn, bi darên di sobê de dişewitînin xwe germ dikin û wiha pêde çû: “Di vê konê de 5 hezar pez heye. Em zivistanê pez naduşin û rojê du caran êm didin wan. Heta baharê em pezên xwe xwedî dikin. Dema rêwîtiya ber bi zozanan ve destpê kir em êm nadin pez û rojê caekê pez diçêrinin. Rojê carekê jî berxikên nû xwedê dane şîr vedixwin. Ev pêkanîn heta zozanan didome. Em penîr, goşt, şîr, hirî û mastê xwe ji pezê xwe digirin. Em beramberî keda xwe digirin. Ji pezên ku me zivistanê xwedî kirine em havînê şîr, penîr û mast bidest dixin. Em vana difiroşin bazirganên tên zozanan.”

Mahmut Ruvanas / Sonya Bayik - dîhaber