Der barê Encu de cezayê muebeta giran hat xwestin

AMED - Der barê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve tê meşandin de hat girtin, piştî 5 salan têkildarî derbkirina Qaymeqamê Qilebanê Naif Yavuz ê piştî qetlîama Roboskiyê di dema serdana şînê de hatibû derbkirin, îdianama hat amadekirin. Di îdianameya hat amadekirin de, bi îdiaya Encu pehîn avêtiye qaymeqam der barê wî de cezayê giran ê heta hetayê hat xwestin.

Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, di çarçoveya lêpirsîna derbkirina Qaymeqamê Qilebanê Naif Yavuz ê piştî qetlîama Roboskiyê di 31'ê kanûna 2011'an de dema serdana şînê kir û hat derbkirin, piştî 5 salan der barê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê taê ragirtin de de doz hat vekirin.

Ferhat Encu, yê di komkujiyê de birayê wî Serhat Encu û 9 xizmên wî hatin kuştin, piştî girtina wî bi 5 rojan di 9'ê Mijdara 2016'an de îdianame hat amadekirin û ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin.

Di îdianameyê de tê îdiakirin ku Encu, Qaymeqamê Qilebanê Naif Yavuz ê wê demê birîndar kiriye û bi tawanbariya "Hewldana kuştina kes ê ji be rpeywira xwe ya cemaweriyê" der barê wî de cezayê giran ê heta hetayê hat xwestin.

Di îdianameyê de Qaymeqam Yavuz ê wê demê, wek "muştekî" cih girt. Piştî qaymeqam kesên ew derb kirine gilî kir, Encu jî di nav de der barê 31 xizmên wî de bi tawanbariyên "Heldana kuştina kes" û "birîndarkirina hêsan" lêpirsîn hat vekirin û wê demê di vê çarçoveyê de 16 kes hatibûn binçavkirin û mehan girtî mabûn.

Doza ji aliyê Dadgeha Bilind ve ji ber "ewlehiyê" ji Şirnexê neqlî Amedê hat kirin, tê payîn ku dê di rojên pêş de dîroka rûniştina wê diyar bibe.