REQA - Di riya Reqayê de, ji zarokên di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de cih digirin, ji bendika dil "Şukran"ên xwe pêşkeşî şervanan dikin.
Di riya Reqayê de van rojan şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) herî zêde peyva "Şukran"ê dibihîsin, ku di erebî de tê wateya "Spas"iyê. "Şukran" a ku herî zêde li ser zimanê zarokan e, ji bo şervanên QSD'ê jî dibe hêz û bi vê hêzê bêtir berê xwe didin DAIŞ'ê. Hêzên QSD'ê di çarçoveya duyemîn pêngava operasyona "Xezeba Firatê" de heta niha piranî jê jin û zarok, bi hezaran Reqayî ji zilma DAIŞ'ê rizgar kirine. Di vê riyê de he rku peyva "Şukran"ê dibihîzên, bêtir hêzdar dibin û piştî wergirtina Keleha Caberê niha xwe gihandine deriyê Tabkayê.
KÊFXWEŞIYA ZAROKAN
Mihemd Elo (13) ê kêfxweşiya xwe ya azadiyê bi "Şukran, şukran"ê tîne ziman got, bi saya QSD tirsa li ser wan rabûye. Elo got, dema DAIŞ hebû nikaribûn derkevin derve û diya wan tim ew vedişartin û diyar kir ku, gelek hevalên wî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin.
BI DIZÎKA EM DIJIYAN
Mistefa Hemûdê 15 salî yê ji bin serweriya DAIŞ'ê rizgar bû jî, behsa qedexeyan kir. Hemûdê anî ziman ku, ji çûyîna dibistanê, lîstikan bigire heta gerînê her tişt qedexe bû û bi wê baweriya ku QSD daye wan dikene û wiha dibêje: "Em zaf deyndarê QSD'ê ne. Heta ew nehatibûn, hema bêje dê û bavên me qet destûr ne didan em derkevin derve. Hele ji rewş ji bo zarokên keç xerabtir bû. Em her tim bi fikrae bûn, dê kengî werin me bibin. Malbata min xwest min bişîne devereke din, lê belê çênebû. Ji ber vê bi piranî em bi dizîka dijiyan."
'ŞUKRAN'EKE JI BENDIKA DIL
Nesime Abdullah a 14 salî jî, bextewariya xwe bi hêstirên çavan anî ziman. Abdullah got, DAIŞ ne digot biçûk an mezin e hemû zarokên keç direvand û wiha domand: "Em difikirîn, 'Gelo dê îro kî bibin?' Ji bo me derve qedexe bû. Ji xwe yê derketanan ew dibirin. QSD û kurd hatin. Em ji wan natirsin. Ew wek malbatê ne, zaf baş in. Ji ber ku me rizgar kirine em 'şukranên' xwe pêşkeşî wan dikin."
Nazim Daştan - Dîhaber