WAN - Remziye Bor a 7 meh û nîvan ducanî bû û di serdegirtina malê de bi birîndarî ew rakiribûn nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest dabû. Di îdianameya pêvekî ya der barê kuştina Bor a ducanî hat amadekirin de dozger got, "Ji ber sûcê endamtiya rêxistinê dê teqîbat neyê kirin" û bi vî awayî rê li ber lêpirsîna ku dê ji bo peywirdarên cemaweriyê bihatana meşandin girt.
Der barê Remziye Bor a 7 meh û nîvan ducanî, a di 19'ê Nîsana 2016'an de li Taxa Hacibekir a Rêya Armûşê ya Wanê de hatibû girtin û di encama gulebaranê de bi birîndarî ew rakiribûn nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest dabû û hevjînê wê Îrfan Bor de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê de îdianameya hat amdekirin temam bû. Di îdianameya pêvekî ya der barê kuştina Bor a ducanî hat amadekirin de dozger got, "Ji ber sûcê endamtiya rêxistinê dê teqîbat neyê kirin" û bi vî awayî rê li ber lêpirsîna ku dê ji bo peywirdarên cemaweriyê bihatana meşandin girt. Her wiha meqama îdiayê der barê Îrfan Bor ê li Girtîgeha Tîpa M a Wanê tê ragirtin jî bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" xwest doz bê vekirin.
Ji parêzerên malbatê Deniz Işik, dest nîşan kir ku dozgerê lêpirsîn bi rê ve dibe li gor kevneşopiya dewletê tevgeriyaye, peywirdarên cemaweriyê parastiye û li gor wê îdianame amade kiriye. Işik, balê kişand ser derhuqûqiya îdianameya hatiye amadekirin û dest nîşan kir ku, bêyî vekolîneke krîmînal bê kirin dosya hatiye girtin.
‘TEVGERE LI GO KEVNEŞOPIYA DEWLETÊ PÊK HATIYE'
Parêzerr Işik anî ziman ku, bêyî balê bikêşin ser hincetê madî yên lêpirsînê îdianame hatiye amadekirin û wiha axivî: "A rast, em di wê qenaetê de ne ku dê dosyeya Remziye Borê jî tevlî yên kiryar nediyar bibe. Dozger ji bo Bor dibêje, 'di encama gulebaran milîtanên rêxistinê de jiyana xwe ji dest daye.' Ev dide nîşan dan ku, dozger bêyî lêkolînê bike ser dosyeyê girtiye. Ev lêpirsîn bi awayekî derhuqûqî hatiye amadekirin û mixabin hatiye girtin." Işik diyar kir ku, dozger bi parastina peywirdarên cemaweriyê lêpirsîn meşandiye û wiha axivî: "Wek dosyeyê kiryar nediyaran, li vir jî der barê peywirdarên cemaweriyê de tu kirarî nehatiye destpêkirin û li gor kevneşopiya dewletê ya bi salan tevgerînek heye."
‘DIBÛ KU DOSYE JI BO YÊN CINAYETÊN KIRYAR NEDIYAR BIBE EMSAL'
Işik bi bîr xist ku, Bor û malbata wê bi her awayî hatien mexdûrkirin û wiha domand: "Em bangewaziyên ku me berê kiribûn dubare dikin. Divê rastiya vê dosyeyê bê lêkolînkirin û sûcdar her kî be divê derkeve pêşberî edaletê. Heke dozger baş lêkolîn bikirana, dê bûyera aşkere bibûna û dibû ku dosye ji bo yên cinayetên kiryar nediyar bibûna emsal. Lê hûn ji kîjan aliyê ve lê binihêrin binêrin, Remziye Bor bi awayekî neheq hatiye kuştin, hevjînê wê bi awayekî derhuqûqî hatiye girtin û li holê pitikeke bêxwedî hatiye hiştin. Divê ev derhuqûqî demildest ji holê bê rakirin û demildest sûcdar bên darizandin."
Nimet Olmez - Dîhaber