MÊRSÎN - Di îdianameya der barê Ali K. (50) ê zaroka 12 salî L.H. a malbateke Sûriyeyî îstismar kir hat amadekirin de, ji 10 salan heta 25 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.
Malbata Halil a ji ber şerê li Sûriyeyê ji neçarî welatê xwe terk kirin û hatin li navçeya Erdemlî ya Mêrsînê bi cih bûn, di 19'ê Tebaxa 2016'an de zaroka wan a 12 salî L. H. rastî îstismara zayendî ya xwediyê mala wan Alî K. (50) hatibû. Di çarçoveya lêpirsîna hat despêkirin de, der barê îstismarkara Ali K. de ji aliyê Dozgera Komarê ya Mêrsînê Kadriye Yaniktepe ve îdianame hat amadekirin û îdianame ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê ve hat qebûlkirin.
Di îdianameyê de der barê Ali K. ê girtî de, bi tawanbariya "Îstismara zayendî ya zarok" û "Binpêkirina huriyeta kes" ji 10 salan heta 25 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.
'BENİ TEHDİT ETTİ'
L.H., di îfadeya xwe ya di îdianameyê de cih digire de diyar kir ku, xwediyê malê Ali K. hatiye mala wan û ji bo berhevkirina hejîran gazî wê kiriye û got, ew û bira/xwişka xwe S.H. (7) bi wî re çûne. L.H. anî ziman ku, Ali K. xwestiye besteniyê bikire û piştî gotiye, piştî besteniyê ew ê biçin berhevkirina hejîran. L.H. di îfadeya xwe de wiha got: "Li Taxa Kizkaleyê, ji marketa li bin pirê bestenî kirî. Paşê me bir malê. Got, em ê dawiyê hejîran berhev bikin. Bira/xwişka min S.'yê li eywanên da rûniştandin. Jê xwest li wir bimîne. Paşê bi destê min girt û bir odeya razanê êrîşî min kir. Paşê min û bira/xwişka min bir mala me. Dema me bir, ji min re got, divê tu ji kesî re qal nekî. Lê dema ew li cem me bû, min bûyerê ji dayik û xwişka xwe ya malê re vegot."
S.H. jî di îfadeya xwe de ragihand ku, xwişka wî bi girî ji odeyê derketiye û dema ew diçin malê Ali K. ji xwişka wî re gotiye, "Vana ji kesî re nebêje, dema tu çûyî malê serê xwe bişo."
Di beşa nirxandina dozgeriyê ya îdianameyê de jî, hat diyarkirin ku her çi qas bersûc sûc qebûl nake jî, lê beyanên her du zarkoan li hev dertên, rapora L.H. jî dide der ku, sûcdar dixwaze xwe ji sûc safî bike û divê îtibarî beyanên wî neyê kirin û bê cezakirin.
Dê yekemîn rûniştina dozê di 17'ê Çileyê de bê dîtin.