RIHA - Li Rihayê muxediyên kevokan, pêşanderên zindî yên gotinên Mucit Tesla ne ku dibêje: "Belkî çivîkeke bi evînî ji min hez bike. Min ji kevokekê wek jineke ku ji mêrekî hez dike hez kir, wê jî wiha ji min hez kir."
Li bazara çivîkana a li "Çarşiya Jêrîn" a Qada Haşimiye ya Rihayê, buhayên kevokan ji 20 lîreyî dest pê dike heta 35 hezar lîreyî diçe. Hin ji esnafên bazarê û kirîger dibêjin, di navbera wan û kevokan de têkiliyeke hestewar heye û hin jê jî tînin ziman ku, ew bazirganiya vî karî dikin û pê debara xwe dikin. Lê belê hem kesên bazirganiyê dikin û hem jî kesên wek hobiyê kevokan xwedî dikin, pêşanderên zindî yên gotinên Mucit Tesla ne ku dibêje: "Belkî çivîkeke bi evînî ji min hez bike. Min ji kevokekê wek jineke ku ji mêrekî hez dike hez kir, wê jî wiha ji min hez kir. Her xwedîtiyê lê dikim, jiyana min watedartir dibe."
WEK HEZKIRINA JI BO ZAROKAN E!
Li çarşiyê mirov rastî çeşnên kevokan ên wek gubbe, şamo, îsraîl, beleka bexdadî, gubbe, şervaî û hwd. tê. Kevokên li gor çeşnên xwe buhayên wan diguherin, êmê wan jî cuda ne. Li bajêr li "qehwexaneyên çivîkan" an jî "malên çivîkan" îhale pêk tên û li vir meraqdarên çivîkan hem bi riya îhaleyan çivîkan difiroşin hem jî der barê wan de dibin xwedî agahî. Li bazara çivîkan a li Qada Haşimiyeyê, firoşker hem wek hobiyê azweriya xwe têr dikin hem jî bi firotina wan debara xwe dikin. Yek ji meraqdarê çivîkan Kadir Sakizci (28) got, ew li dikana xwe bi sedan çivîkî xwedî dike û di navbera wî û çivîkan de têkiliyeke hestewarî heye. Sakizci wiha axivî: "Ji 20 lîreyî bigire heta 3 hezarî buhayên wan digure. Li gor muyê wan û nîjada wan buhayê wan diguhere. Mesela cota îspîrê bi 35 milyarî ye. Çawa tiyaka cixareyê heye ya çivîkan jî wisa ye. Hezkirina kevokan wek mirov ji mirovekî, zarokekî hez bike."
DOSTÊN WÎ YÊN HERÎ BIQÎMET ÇIVÎK IN
Sakizci diyar kir ku, ew ji zarokatiya xwe ve kevokan xwedî dike û anî ziman ku, ew bi saya çivîkan stresa li ser xwe davêje û wiha got: "Heke li malê çivîkên min tune bin ez ê bipeqim. Ev meraq e, evîn e. Hin hene ji bo wan wesayîta xwe difiroşin. Dostê herî bi qîmet ên mirovan çivîk in. Mirov xesarê dide mirov, çivîk ne wisa ne."
FIROTINA BI ÎHALEYÊ
Sakizci got, ew hefteyê du caran îhaleyê çêdikin û kevokan li van îhaleyan difiroşin û wiha domand: "Em wan dixemlînin. Morîkan filan û bêvan dixin lingê wan, guharan bi wna vedikin. Dixin qefesa îhaleyê. Ji 20 lîreyî dest pê dike. Heke çivîke xweşik be em ji hezar lîreyî didin destpêkirin. 15 sal e bazirganiya wan dikim. Nêzî 200 heb çivîkên min hene, difikirim hejmara wan zêdetir bikim."