ENQERE - Fatma Kaplan Hurriyet a di dema hevdîtinên Qanûna Bingehîn de rastî şideta parlementerên mêr ên AKP'yî hat wiha got: "Ya xemnak ew e ku, jinên AKP'yî şidetê tesdîq û rewa dikin."
Li Lijneya Giştî ya Meclîsê di dema dengdayîna Qanûna Bingehîn de Serokwekîlê Koma AKP Mustafa Elitaş bi awayekî "vekirî" deng da, Parlementera CHP'ê ya Kocaeliyê Fatma Kaplan Hurriyet dîmenên wî kişandibûn. Di kêliya dîmenkêşandê de Kaplan, rastî şideta fizikî ya Amîrê Îdareya Meclîsê yê AKP'yî Ahmet Gundogdu û parlementerên AKP'î yê din hat.
Piştî vê şidetê, Kaplanê pêkanînên rastî wan hatin ji dîhaberê re vegot. Kaplan got, ev dîmenên şidetê neyên cara ewil in û diyar kir ku, parlemnterên jin ên muxalif tim rastî şideta fîzîkî û devkî tên. Kaplan wiha axivî: "Her kes bû şahidê şidetê. Ji xwe bi sala ye, li hemberî jinê tewrê îktîdara siyasî li holê ye. Duh êvarî jî bi wan tewrên xwe yî faşîst careke din êrîş kirin. Naxwazin em rastiyan bidin der. Bêyî hayê kesî jê hebe, dixwazin demildest vê pakêta Qanûna Bingehîn derbas bikin."
'EM DIBÎN BÊ KA ÇI QAS ÇAVSORÎ BÛNE'
Kaplan bi bîr xist ku, li Meclîsê parlementerên jin ên HDP'ê jî hatine derbkirin û wiha axivî: "Ji duh heta îro, li Meclîsê li dijî jinê şidetê didome. Berê bi awayekî nepen dikin, lê niha bi awayekî aşkere dikin. Cara ewil e ku şideteke ewqas aşkere tê kirin. Li Meclîsê êrîşî jinekê kirin. Ev rewş nîşan dide ku bê çi qasî çavsorî bûne."
'YA XEMNAK EW E KU JINÊN AKP'Î VÊ TESDÎQ DIKIN'
Kaplan wiha got: "Ev ev êrîş li dijî hemû jinên ku lêpirîsnê dikin, li mafê xwe digerin û îradeya xwe nîşan didin pêk hatiye." Kaplan ji bo parlementerên jin ên AKP'î jî wiha got: "Ya xemnak ew e ku, jinên AKP'yî şidetê tesdîq û rewa dikin."
'EM Ê LI BER XWE BIDIN'
Kaplan herî dawî wiha got: "Em ê li ber xwe bidin û em ê dev ji têkoşînê bernedin. Ev têkoşîn, têkoşîna welat e. Ev tenê ne ya CHP'ê ya hemû welat e. Yên ji wan bitirsin, bila wek wan bin. Em natirsin û em ê dev jê bernedin. Çi qasî bi ser me de tên bila bên, em ê dev jê bernedin. Ev têkoşîneke azadiyê ye."
Seda Taşkin - Dîhaber