Nasnameya kesê polîsan ew li Amedê kuşt diyar bû

AMED - Nasnameya kesê ku polîsan di 12'ê çileyê de ew li Semta Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê qetilkiribû aşkera bû. Hat gotin ku navê wî Şehmuz Tayfun e.

Li Semta Seyrantepe ya Yenîşehira Amedê saet di 03.00'an de polîsan bi ser navnîşanekê de girt û kesek hatibû qetilkirin. Derket holê ku kesê hatiye qetil kirin navê wî Şehmuz Tayfun e. Walîtiyê têkildarî mijarê daxuyanî dabû û îdia kiribû ku pevçûn derketiye û di pevçûnê de hatiye kuştin. Hat zanîn ku malbata Tayfun li Îzmîrê rûtnê û bav û kekê wî sala par di lêpirsînekê de hatine girtin. Hat zanîn ku cenazeyê Tafyun ji bo otopsiyê birine Saziya Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê û dayika wî ji bo cenaze teşhîr bike hatiya Amedê.