ŞIRNEX - Leşkeran li Şirnexê alîkariya ji bo gel hatiye şandin desteser kir û welatiyekî bertek nîşan da jî binçav kirin.
Li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê leşkerên Qereqola Îkîzceyê danê sibê dest danîn ser qamyonek alîkarî ya ji bo gelê Şirnexê ji Amedê hatiye. Li ser destdanîna leşkeran welatiyê bi navê Nayîf Ûysal bertek nîşan da. Leşkeran welatî binçav kirin. Alîkariya ku ji bo gelê Şirnexê hatibû ji cil û bergên zivistanê û xwarina zarokan pêk dihat. Hate hînbûn ku leşkeran alîkarî desteser kirin û birin Qereqola Îkîzceyê.