Dadger ceza da wekîla HDP’ê Nursel Aydogan

AMED - Rûniştina doza Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê li Aydogan 4 sal û 8 meh û 7 roj cezayê girtîgehê birî.

Rûniştina doza Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan ku girtî tê darizandin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Aydogan ku ji ber daxuyaniyek sala 2011'an dihat darizandin, bi riya SEGBÎS'ê amade bû. Aydogan ku ji bi îdîaya “propaganda rêxistinê", “Endamtiya rêxistinê" û “muxalefeta li dijî zagona 2911'an" dihat darizandin hat cezakirin. Aydogan ji Girtîgeha Tîpa F a Silivrî bi riya SEGBİS'ê beşdarî rûniştinê bû îfade da. Parlamenter û rêvebrên HDP'ê amade bûn. Di runiştinê de Aydogan, parastin kir û diyar kir ku girtina wê li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Niha niqaşên guhertina Qanûna Bingehîn li meclîsê tên kirin. Lê ji ber em girtî ne em nikarin fikrên xwe bînin ziman Em nikarin dengê xwe bikar bînin. Ez dixwazin ev binpêkirinên mafan bi dawî bibin."

Aydogan, anî ziman ku ji ber parlamentera Amedê ye beşdarî cenazeyên endamên PKK'ê bûne û ne li ser banga rêxistinê ye. Aydogan bilêv kir ku ji ber ew beşdarî merasimên cezaneyan bûye tê darizandin û tevlêbûna cenazeyan karekî mirovî ye.

Parêzerê Aydogan Abdulkadir Guleç, jî anî ziman ku merasima cenazeyan her kes beşdar dibe û wiha got: "Îdîaname ji aliyê dozgerên FETO ve hatiye amadekirin û wiha got: "Ev pir aşkere ye ku ev operasyon li dijî wekîl û hilbijêran pêk hatiye. Parlamenterê Ak Partiyê yê Amedê Galip Ensarioglu jî beşdarî merasima cenazeyên endamên rêxistinê bûye. Parlamenterên CHP'ê jî beşdarî merasiman bûye. Ev çawa wekheviya darazê ye. Divê her kes li pêş edalet û darazê wek hev bin.

Prz. Devrim Barış Baran jî anî ziman ku kesên ji dosyaya Aydogan dihatin darizandin ew serbest hatin berdan, lê Aydogan hêj girtî ye û xwest Aydogan jî serbest bê berdan.

Heyeta dadgehê piştî li paratinan guhdar kir biryar da. Heyetê li Aydogan bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 4 sal û 8 meh û 7 roj cezayê girtîgehê birî.
rojane