Rojnameger Okatan a 20 roj in di bin çavan de ye: Em dê rastiyan binivîsin

STENBOL -Di civîna çapemeniyê ku derbarê rojnameger Derya Okatan a 20 roj in di bin çavan de ye hat diyarkirin ku ji ber şertên nebaş Okatan êşan dikişîne. Di peyama ku Okatan şandî de jî wiha got: “Em ê nekevin wê hewzê. Em ê nivîsandina rastiyan bidomînin.”

Xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) çalışanları bi bîrxistin ku Midûra Karên Nivîsê ya ETHA’yê Derya Okatan ku 20 roj berê di operasyona li Stenbolê de bi 6 rojnamegeran re hat binçavkirin di greva birçîbûnêd de ye û derbarê rewşê de li avahiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ya Stenbolê civînek çapemeniyê li darxistin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku rojnamegerên li Midûryeta Polîsan bi Sûcên Organîzeyê re Têkoşînê tên ragirtin bên berdan. Di salona civîn lê hat darxistin de pankarta “Derya Okatan li dijî keyfiyeta OHAL’ê ev 20 rojin di binçavan de ye, bila rojnamegerên binçavkirî bên berdan” hat vekirin. Midûrê ETHA’ê yê Nûçeyan Onder Oner, Edîtora ETHA’yê Arzu Demîr, nûnerê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) ê Stenbolê Ugur Guç û gelek rojnameger tevlî civînê bûn.

Di civînê de peyama ku Derya Okatan şandî ji aliyê Arzu Demîr ve hat xwendin. Peyama Okatan wiha ye: “Em 6 rojnameger bi awayekî bêhiqûqî ev 20 rojin di bin çavan de ne. Hêjî em nizanin em bi çi tên sûcdarkirin. Em texmîn dikin ku ji ber maîlên Wezîr Berat Albayrak em hatine binçavkirin. Lê em carek din dixwazin bêjin ku çêkirina nûçeyan ne sûce. Me pîşeya xwe bi cih anî ye. Bi maîlên Berak Albayrak derket holê ku sûcdaran çi sûc kirine. Ên ku divê li vir bin ne emin. Yê ku divê bê darizandin Wezîr Berat Albayrak e. Em dixwazin diyar bikin ku nikarin pîşeya rojnamegeriyên bidarizînin. Dixwazin bi binçavkirina me ne tenê me ceza bikin dixwazin çavê rojnamegerên din bitirsînin. Me ev zext gelek carên din jiyan kirine. Me heta niha serî ne tewand, em ê ji îro û pêde jî serî li dijî faşîzma AKP/Qesrê netewînin. Em ê nekevin wê hewzê. Em ê nivîsandina rastiyan bidomînin. Çalakiya greva birçîbûnê ya min ket roja 20’emîn. Armanca min a vê çalakiyê ewe ku em 6 rojnamegerên ku binçavkirîne û hevalên me yên girtîne bên berdane. Domandina 30 rojan a dozger nayê qebûlkirin. Em dixwazin demildest me sewqî edliyeyê bikin. Herî dawî em başin, moralê me di cih de ye. Lê pêwîstiya me bi piştgiriyê heye. Em spasiya hemû kesên piştgirî dane me dikin.

Bi silav û hezkirinên xwe...

Derya Okatan”

‘JI BER ŞERTÊN XIRAP ÊŞÊ DIKIŞÎNE’

Piştî peyam hat xwendin, Midûrtê Nûçeyan ê ETHA’yê Onder Oner daxuyaniyek da. Oner da zanîn ku bi hinceta li ser lêpirsîna derbarê 6 rojnamegeran de biryara veşartî heye ev 20 rojin di binçavan de ne, dê kar çawa bê meşandin tu agahî nehatine dayîn û wiha got: “Hemû serlêdanên ji bo 6 rojnamegeran paşde hatine şandin. Parêzerên ji bo rewşa tendirûstiya Derya Okatan bişopînin hevdîtinên rojane pêk anîn. Derya Okatan dikare av û şekirê bigire. Vîtamîna B1 bikar tîne. Gelek kîlo daye. Her roja ku diçe bêhtir bêquwet dibe, ji ber cih nepaqij, bê hewa û nebaşe êşa laş dikişîne.”

‘EM JI BERXWEDANA DERYA HÊZÊ DIGIRIN'

Oner, destnîşan kir ku ev binçavkirin û pêkanîn ne bûyer û binçavkirinek ji rêzê ye û wiha got: “Hevala me Derya Okatan a di bin çavan de li diji vê hişmendî û vê keyfîyetê di ber xwe dide. Hevala me Derya Okatan hêza çalakiyê ji berxwedana çapemeniya azad werdigire. Em berxwedana wê silav dikin. li ser navê çapemeniya azad û li ser navê rastiya gelan ji civakê re ragihîne têkoşînaxwe berdewam dike. Em dîsa dibêjin em ji berxwedana wê ya hundir hêzê digirin.

Oner, da zanîn ku Derya 20 rojin di greva birçêbûnê de ye û wiha got: "Derya di pirsgirêkek biçûk a tenduristiyêde kesên fermana binçavkirinê dane dê berpirsiyar bin. Divê ne rojnamegerên ku niha 20 rojin di bin çavan de, divê kesên bi kutuyên mailan cîhanê di nava xwinê de dihêle û çekan dişîne ji DAİŞ'ê re bên darizandin û cezakirin. Em dixwazin hevalên me yên rojnameger Derya Okatan û 5 rojnamegerên din demek berî demekê kar û barê wan ê lêpirsînê bi dawî bibe û serbest bên berdan.


Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) Kader Tonç, diyar kir ku dozger Hasan Yilmaz serlêdana wî qebûl nekiriye. Tonç, destnîşan kir ku "Bi endamtiya rêwistinê tên tawanbarkirin, lê nayê gotin ku kijan rêxistin in. Tonç, bilêv kir ku 6 rojnamegerên hatine binçavkirin li dijî hiqûqê di bin çavan dene.

‘TENDURISTIYA DERYA XERA BÛYE'

Tonç, destnîşan kir ku Derya li dijî helwesta dozgeran a keyfî di ber xwe dide û wiha got: "Niha tenê xwê û şekir dixwe. Êdî tevgera wê giran bûye. Hin caran ji bîr dike. Li çihê Derya lê dimîne av heye û Derya ji bilî cihê doşekê nikare biçe cihekî din. Midûrê Nûçeyan ê DÎHA Omer Çelik ji Amedê anîn Stenbolê. 20 rojin hêj tu lêpirsîn nekirine û di bin çavan de tên girtin. Dixwazin delîlan ava bikin."

Rêveberê Navenda Giştî yê TGS'ê Can Ugur jî anî ziman ew vê binçavkirin û lêpirsînê jî wekî ceza dibînin û wiha got: "Kesên rojnamegeriyê dikin bi zextên îktîdarê dibin hedef."

BILA HEVALÊN ME BÊN BERAN

Herî dawî Nûnerê ÇGD'ê yê Stenbolê Ugur Guç jî anî zinan ku rojnaemgeran sûc nekiriye û ger ku maîlên Berat Albayrak ne weşandina dê sûc kiribûna. Guç, anî ziman ku nûçeya rojnamegeran amade kir û belav kirin hemû cemaweriyê eleqeder dike û ji ber vê yekê rojnamegeran erka xwe pêk anîne. Guç xwest hevalên wan serbest bên berdan.