STENBOL - 3'emîn rûniştina doza Hunermend Şanar Yurdatapan ê di çarçoveya "Gerînendeyê Nobeta Weşana Giştî" de piştgirî da Rojnameya Ozgur Gundem, li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolêhat dîtin. Heyeta dadgehê li Yurdatapan Salek û 3 meh û 6 hezar TL ceza birî.
Hunermend Şanar Yurdatapan di çarçoveya "Gerînendeya Nobeta Weşana Giştî" ya Rojnameya Ozgur Gundemê de piştgirî dabû rojnameyê. Piştî Nobeta piştgiriyê doz lê hatibû vekirin. Hurermend Şanar Yurdatapan piştî doz lê hat vekirin, cara sêyemîn li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derket pêşberî dadger. Di rûniştinê de parêzrê Yurdatapan û Nûnerê RSF'ê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu jî amade bû. Hunermend Lale Mansur û gelek kesên din jî doz şopandin. Rûniştina dozê bi parastina Yurdatapan dest pê kir.
Yurdatapan, parastin kir û anî ziman ku ew gotinê nabîne ku bêje û wiha got: "Mirov fikrên xwe bîne ziman û nerînên xwe parev bike mafê herî rewa yên mirovan e. Ev darizandin li dijî hiqûqê ye.
Prz. Ozcan Kiliç jî anî ziman ku nayê zanîn ku Yurdatapan bi kijan îdîayê tê darizandin û xwest dosyayê dîsa li dozger vegerîne.
Lê heyeta dadgehê daxwaz red kirin û piştî navberê der barê Yurdatapan de Salek û 3 meh û 6 hezar TL ceza birî.