AMED - Kolana Gazî ya li navenda Farqînê bi mehane ji aliyê wesayîtên zirxî ve ji sivîlan re hatiye girtin û derdora Qonaxa Hikûmetê jî bi bariyeran hatiye giritn.
Qeymeqam Adem Çelîk ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Farqîna Amedê hat kirin, Qonaxa Hikûmetê ku qeymeqantiya wî jî li wire bi sacên hêsin û deriyan girt. Çelîk ku bexçeyê Qonaxa Hikûmetê ya li ser kolana Gaziyê ye beriya niha park kirina qesayîtên sivîl re qedexe kir, derdora avahiyê bi sacên hêsin û deriyan girt û qonax vegerandiye girtîhega girtî. Li aliyê din hat îdîakirin Çelîk ku serokatiya şaredariyê jî dike, odeya taybet a pênûsa ya li nava avahiya şaredariyê jî ji odeya xwe dûr xistiye.
Bazara herî tê bikaranîn a li ser Kolana Gaziyê ku li ber qereqolê re derbas dibe bi mehane ji sivîlan re hatiye girtin. Kolana ku ji trafîkê re girtiye, wesayîtên zirxî li rexê rê hatine park kirin. Hat diyarkirin ku ji ber vê sedemê karê esnafên li ser kolanê ne xirab bûne û serlêdanên esnafan ên li saziyên fermî jî bê encam mane.