DUZCE - Rektoriya Zanîngeha Duzceyê, got “agahdarname heye” û bi dehan xwendekar radestî polîsan kir.
Rektoriya Zanîngeha Duzceyê, ji xwendekarên xwe yên li fakulteyên cuda dixwînin re got “agahdarname heye” vexwendin kampusê û radestî polîsan kir. Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, rêveberiya zanîngehê li 50 xwendekaran bi telefonê geriyan gotin “belgeyên ku hûn bigirin” û “agahdarname heye” vexwendin kampusê. Li ser banga zanîngehê nêzî 30 xwendekar hatin kampusê û radestî polîsan hatin kirin. Piştre li malên xwendekarên hatin binçavkirin jî lêgerîn hat kirin.
Hat ragihandin ku ji ber xwendekar tevlî bîranîn Roboskê û qetlîama Enqereyê bûne derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Xwendekarên hatine binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Bajar û rektoriya zanîngehê tu agahî neda parêzeran.