ÊLIH – Li Girtîgeha Şakranê hat zanîn ku, leşker û gardiyanên bi ser qawîşa jinan de girtin, gefên mirinê li wan xwarine.
Piştî OHAL’ê bi hezaran kes hatin girtin û bi vê re jî, li girtîgehan binpêkirina mafan gihaşt asta herî jor. Li Girtîgeha Şakranê ya li Alîagaya Îzmîrê ye ku tim bi îşkence û mumeleyên kêm di rojevê de ye hat derpêşkirin ku, ewlehiya girtiyên siyasî yên jin tune ye. Li girtîgeha ku gelek jin lê hatine sirgûnkirin hat diyarkirin ku, leşker û gardiyan bi awayekî kêfî tim bi ser qawîşên jinan de digirin. Girtiya bi navê Leyla Sevgîn bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û got: “Dibe ku tiştek bê serê me.”
‘LEŞKER Û GARDIYAN TIM BI SER QAWÎŞAN DE DIGIRIN’
Sevgîn a k udu sal e li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin, bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û agahiyên girîng ragihandin. Sevgîn, li xwişka xwe Şîfa Sevgîn geriya û diyar kir ku, li dijî wan êrîş zêde ne û wiha got: “Bi tu awayî ewlehiya me yî jiyanî tune ye. Her roj leşker û gardiyan bi awayekî kêfî bi ser qawîşên me de digirin. Amûrên me tên desteserkirin û gefên mirinê li me tên xwarin. Gardiya û cendirme tim wisa dikin.”
‘BERPIRSIYAR RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ YE’
Sevgîn diyar kir ku, ewlehiya jiyanî ya girtiyan tune ye û dibe ku ji nişkave û wiha vegot: “Heke tiştek bê serê me, berpirsiyar rêveberiya girtîgehê ye.”
Şîfa Sevgîn jî, got ew ji jiyana xwişka xwe bi endîşe ne û ji bo dawî li vê zilmê bê bang kir, da saziyên têkildar tevbigerin.