Li Îzmîrê 14 hezar xwendekar mexdûr in

ÎZMÎR – Parlementerê CHP’ê yê Îzmîrê Mûrat Bakan diyar kir ku, li Îzmîrê piştî bi KHK’yan dibistanên aîdî şaredariyan hatin girtin, 14 hezar û 278 xwendekar û 308 mamoste mexdûr bûne û li dijî vê bertek nîşan da.

Bi Birarnameya di Hukmên Qnaûnan de ya di 29’ê cotmeha 2016’an de hat derxistin re, li gel komele û saziyên civaka sivîl hin sererastkirinên di warê perwerdehiyê de jî tê de cih girtin. Di vê çarçoveyê de dersxaneyê aîdî şaredariyên CHP’î yên Bornova, Karşiyaka, Gazîemîr, Karabglar, Çîglî û Bûcayê hatin girtin û li ser vê welî dixwazin vê mexdûriyeta wan ji holê bê rakirin.Parlementerê CHP’ê yê Îzmîrê Mûrat Bakan, piştî komeleyan girtina dersxaneyên bi KHK’ê hatin girtin nirxand.

‘ZAROKÊN MALBATÊN KEDKAR NIKARIN DI ŞERTÊN WEKHEV DE TEVBIGERIN’

Balkan dest nîşan kir ku, bi KHK’ê re 2 maddeyên nû li Zagona 5880’an hatiye zêdekirin û got bi van madeyan re, ji bilî dibistan û qursên perwerdehiyên yên taybet, vekirina saziyên perwerdehiya taybet hatiye astengkirin. Bakan dest nîşan kir ku, ev ikum li dijî Qanûna Bingehîn e û diyar kir ku, zarokên malbatên kedkar û zixan nikarin di heman şertande bi xwendekarên din re tevbigerin.

'BI SEDAN ŞAREDARÎ XIZMETA PERWEREHIYÊ DIDAN’

Bakan got, ev hikum li gor Qanûna Bingehîn li dijî 42’yemîn Maddeya Maf û Sparteyên Civakî û Aborî ne. Bakan diyar kir ku, li gelek bajar û navçeyên Tirkiyeyê, ev hikum wê ciwanan ji vê derfetê bêpar bihelê û her wiha li dijî Maddeyên 120 û 121’emîn ên Qanûna Bingehîn in.

Her wiha Bakan diyar kir ku, ji bo berdewama xizmeta perwerdehiyê wî têkildarî vê teklîfeke zagonî jî amadekiriye.

'DERSAXANE JI BO MALBATÊN XIZAN FIRSENDEKE GIRÎNG E’

Li gel vê li Bayrakliya ku, 860 xwendekar bê dersxane û 30 mamoste jî bê kar man, Şaredar Hasan Karabg jî dest nîşan kir ku, dersxane ji bo zarokên malbatên xizan firsendeke girîng e û wiha axivî: “Dersxaneyên ku me vekirin ji bo çûtîna zanîngehê ji sedî 100 û ji bo çûyîna lîseyê jî ji sedî 85 serkeftina wê wan xwe da der. Min name ji Serokwezîr Bînalî Yildirim re şand, da maddeyeke wê pêşnûmay ku rê li ber xizmetdayîna dersxaneyan digire bê sererastkirin. Min got, ‘em nikarin protokolê bikin.’ Lê belê biryar tam tersa wê hat dayîn. Ev nexweş bû.”