EDENE - Li Edeneyê, 4 endamên Halkeviyê yên belavoka "Ji Serokatiyê Re Na" belavkirin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Danê êvarî li Taxa Beyazevler a navçeya Çûkûrovaya ya Edeneyê endamên Halkeviyê Pinar Aytaç, Meziyet Aytaç, Sinan Hudur û Bilgun Şahin ên belavoka "Ji Serokatiyê Re Na" belav dikirin hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku, 4 endamên Halkeviyê yê hatin binçavkirin birin Muduriyeta Polîsan a Edeneyê.