Rojnameger Semra Turan hat binçavkirin

ÇEWLÎG - Nûçegîhana DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin, Semra Turan bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Nûçegîhana DÎHA'yê ya di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, Semra Turan li Çewlîgê hat binçavkirin. Turan, di çarçoveya lêpirsîneke der barê wê hatibû vekirin de, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hat binçavkirin û ew birin Muduriyeta Polîsan a Bajêr. Piştî binçavkirinê agahî ji malbata Turanê re hat ragihandin û hat zanîn ku dê Turan heta roja duşemê di bin çavan de bê ragirtin.