Walitiya Stenbolê konsera 'Deng bide Artvinê' qedexe kir

STENBOL - Waliye Stenbolê konsera "Deng bide Artvînê" ku saziyên civakî bi armanca li dijî xebatên kanên madanê ya Cengiz Holdîng ya Cerattepe dê li dar xistibûna qedexe kir.

Walîtiya Stenbolê, konsera ku ji aliyê Saziyên Civakî û Platformên Stenbolê ve bi beşdariya 18 hunermendan bi silogana "Deng bide Artvînê" li dijî xebatên kanen madenê di 15'ê Çile de li Parka Kuçukçiftlik a Stenbolê pêk anîbûya qedexe kir. Saziyên Civakî û Platformê diyar kir ku Walîtiya Stenbolê bi hinceta OHAL'ê bi awayekî dijdemokratîk mîtînga wan a sibê pêk hatibûya qedexe kiriye. Gelek sazî û komeleyên Artvînê di bin Platforma Saziyên Civakî ya Artvînê ku ji Sûriye, Yûnanîstan, Tunus heta Avûsturalya 16 welat di navde dê konser pêk anîbûna.

Konsera ku Lîstîkvan Hakan Bilgin pêşkêş kiribûya dê hunermend Edip Akbayram, Cahit Berkay, Onur Akın, Hüseyin Turan, Erdal Guney, Mehmet Gumuş, Taner Ongor, Bayar Şahin, Yasemin Goksu, Turku Akbayram, Marsis, Aydogan Topal, Teoman Kumbaracibaşi, Tanju Topal, Yusuf Aydin, Îbrahim Ozbayrak, Bahadır Ural û Erkut Kuçukşahin derketinea ser dikê.